Li Surê xanî tên bombekirin

15:43

JINHA

AMED - Li navçeya Sur a Amedê ya ku 41 rojin dibin dorpêçêde ye serê sibihê teqînek mezin êl çêbu. Di derbarê teqînê de ti agahî nehatin bidestxistin mirî û birîndar hene yan na. Li navçê ji serê sibihê ve xanî tên bombe barankirin, guleyek topê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firadê ket.

Li navçeya Sura Amedê ku ev 41 rojin dibin dorpêçêdeye serê sibihê denge top û gulêyan bilind dibe, hat zanin ku li devê Mizgefta Kurşunluyê top tên avêtin û gelek xanî di topbaranê de hatin xirakirin. Li navçeyê dengê guleyan bilind dibe. Li ber devê Dibistana Suleyman Nazif teqînek çêbun, di derbarê mirî û birîndaran de tu agahî nehat destxistin. Li Taxa Fatihpaşa ji hat zanîn ku hêzên teybet raste rast gule barendin.

Li ber derê Dibistana seretayiya Deriyê Mêrdînê ya Taxa Hasirliyê top hatin bicihkirin, bi top avêtinê re avahî tên xirakirin. Ji bo ku tang bikevin taxan kêpçeyên zirx xaniyan xiradikin. Li ser navçeyê balêfir jî digerin.

Hat zanîn ku guleyek topê bi Navenda Çand û hunerêya Dicle Firadê ket. Di derbarê topa hewanê ya ku bi navenda çandî ketî de welatiyan diyar kirin ku ti ziyana can çênebûye, lê tîmên tayîbet ew gulebaran kirine.

(dt/zt)