ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:06

*Jina ku di xebatên sendîkayê de rastî tacîz û şidetê hatî û xwestiyî navê wê veşartî bimîne diyar kir ku ew dema bêsuc ji aliyê mêrên rêveber ve ketiye rewşa sucdar de.

* Girtiyên PAJK'ê bertek nîşanî qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd li navçeya Silopiya ya Şirnexê dan û gotin: "Dê ev hişmendiya faşîst li hember tekoşîna jinên kurd ên şoreşger û giyana wan azad binbikeve."

* Li Rojava gelek jinên ku ji pêkhatiyên cûda cihê xwe di nava hêzên YPJ'ê de digrin û bin sîwana QSD'ê de bi rûkeniya xwe zayîna nû pêk tînin û li hember çeteyan meydanê dixwînin. Hêviya jiyana nû bi rûkeniya şervanên YPJ'ê wiha di objektîfa me de diyar bû.

*Dayîka yek ji sê jinên siyasetmendarên kurd yên li Silopiya hatin qetilkirin Pakize Nayir dema ku qala keça xwe kir da zanîn ku ewê tekoşîna keça xwe berdewam bike û şopandina doza gel berdewam bike û got: "Xwezî şansê wê yê hîna 5 salên dinê jî ji bo gelê xwe xizmetkirinê hebana. Lê diyar bû ku şansê wê evqas bû. Ez bi tekoşîna wê serbilindim. Ez ne peşêmanim, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ez şopdarê tekoşîna keça xwe me."

*Perwerdekara Navenda Çandê a Nuda Salîha Ayata û Hevseroka DBP'a Bajêr ya Wanê Caziye Duman hedef girtina siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopî û Parîsê nirxandin û gotin, "Heya kojer hesab nedin, polîtîkayên qirêj derneyê ronahiyê û çareser nebin em ê li qadan bin û têbikoşin."