Li Nisêbînê teqîn: Wesayîtek zirxî ruxiya
10:54
Çile
12
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê di dema derbas bûna wesayîta zirxî ya tîmên taybet de teqînek mezin pêk hat û wesayît bi tevahî ruxiya.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li Kolana Nexweşxanê ya Taxa Abdulkadîrpaşa di dema maşîneya zirxî ya bi navê Kobra derbas dibû teqînek mezin pêk hat. Di encama teqînê de wesayîta zirxî bi tevahî ruxiya. Li derdorê perçeyên ji wesayîtê pekiyan hatin dîtin.
Piştî teqînê gelek polîs û maşîneyên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di derbarê encamên rûxana wesayîta tîmên taybete di hundir de bûn, agahiyên zelal nehatin girtin.
(bg/eb/rc)
