Rosa Luxemburg û Clara Zetkin jî bû 'Endamên Rêxistinê!'
13:05
JINHA
AMED - Li Amedê bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê afîşên bilboardên hatibûn hildan, di derbarê wan afîşan de di 3'ê adara 2013'an de biryara komkirinê hatibû dayîn. Serokdozgerê Komarê yê Amedê doz li Kamîteya Amadekar ya 8'ê Adarê vekir û îmzaya yekê avêt binê dozê, Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn jî weke 'Endamên Rêxistinê' hatin ditin.
Li Amedê bi armanca mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek cihan wêneyên Rosa Luxemburg, Clara Zetkin, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez cîh girtin. Afîşên bi sernivîsên "Gotinên Rosayan Sakîneyan gotinên me ne, rêya we rêya me ye." li billboardan hatin hilawistin. Di 3'ê adara 2013'an de biryara komkirina afîşan hat dayîn û bi hinceta "Propaqandaya Rêxistnê Dikin" Serdozgerê Komarê yê Amedê doz li Komîteya Amadekar ya 8'ê Adarê vekir û îmza avêt binê dozê. Jinên ku di nava tevgerên jinên cîhanê de bûne sembol Rosa Luxemburg û Clara Zatkin jî weke "Endamên Rêxistinê" hatin dîtin. Girêdayî dozê ewraqên ku ji bo Komîteya Amadekar ya 8'ê Adarê hatin şandin.
Naveroka ewraqên ku ji Komîteya Amadekar re hatî şandin wihaye:
"Di 3'ê adara 2013'an de ji aliyê gumanbaran ve ji bo çalakiyên Roja Jinên Cîhanê afîşên bi sernivîsên weke 'Gotinên Rosayan û Sakîneyan gotinên mene, rêya we rêya meye' û Rosa Luksemburg, Clara Zatkin, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez weke endamên Rêxistina PKK'ê têde cîh girtine. Ew afîş di nava bajarê de li gelek cihên cuda weke billboard hatin hilawistin Propaxandaya Rêxistinê dike. Bi van sucan di derbarê gumanbaran de doz hat vekirin. Dozgeriya Amedê 27'ê sibata 2013'an qedexekirina wan û biryara kom kirina wan dan. Divê gumanbar bikevin nava tevgerê û afîşên ku li cihên cuda yên bajêr hatîn hilawistin bên rakirin. Di girtekên yekê adara 2013'an de ev babet hatin diyar kirin. Di vê çarçevê de aliyê suc yê madî û manewî di derbarê gumanbaran de biryara doz vekirinê dan."
(zt)

