Qatîlê ku rolê dînan lîst ji bo ceyran negire lepik bi kar anî

14:46

JINHA

AMED - Li Amedê Veysî Turan yê ku ceyran da hevsera xwe Mubarek û qetil kir. Hat hînbûn ku ji bo ceyran negire lepik û şertêl jî neyên pirîza têlên wê situr bikar aniye. Dayîka Mubarek Remziye Saz diyar kir ku cînayet pilankirî hatiye kirin.

Di 24'ê çile de Veysî Turan ceyran da hevsera xwe Mubarek û qetil kir. Mubarek Turan ya ku du roj berî bûyerê welidiyî, hevserê wê Veysî Turan serê têlên ceyranê birîn û li ruyê wê xist û qetil kir. Heta niha di nava herduyan de tu nîqaşên bi şidet nehatine kirin. Lê ev nêzî salekê ye Veysî Turan tevlî nîqaşên cemaetê dibe û her ku diçe hal û rewşa wî tê guhertin. Di van demên dawiyê de Turan dema ji nîqaşan vedigere serê xwe dişo, destnimêj digire û ji hevsera xwe ceda di odeyeke dinê de diraze. Şêweyê Turan hevsera xwe qetil kirî dişibe şêweyê qetli kirinên kurdan bi destê hîzbulahan yên di salên 1990'an de. Di îfadeya dozgeriyê de jî got: "Cinan ji min re got bikuje, min jî kuşt." Turan weke ku hişê wî ne li serî rolek wiha lîst. Ji dozgeriyê re got: "Ez dixwazim li ser min û sucê min lêkolîn bê kirin."

Turan yê ku cînayet kirî di dema kirina cînayetê de ji bo ceyran negire lipikê ceyranê bi kar aniye û boyî ku şertêl jî neyên xwarê pirîza 3 çav ku têlên wê situr bikar aniye. Ev jî dide diyar kirin ku cînayet bi pilan kirî hatiye kirin. Hem jî piştî qetil kirina hevdera xwe li qereqolê digere û xwe êxbar dike. Di dema bin çavan de her dem gotinên weke "Min bi tenê kiriye. Min kuştiye kesekî dinê di nava bûyerê de nîne." Bi van gotinan hebûna kesên dinê ya di nava bûyrê de tîne hişê mirovan. Ji bo neyên girtin wan diparêze.

Tiştên ku ji bo bûyerê kiriyî hat dîtin

Di 22'ê çile de ji ber çukên welidînê xwişka Mubarekê ew rakir nexweşxanê. Di nexweşxanê de bi welidîna sezeryanê zarokek keç anî dunyayê. Hevserê wê Veysî Turan yê ku dereng bi welidînê hesiya, dema gihişt nexweşxaneyê hevsera xwe û zaroka ku nû hatî dunayê dît û paşê jî vegariya malê. Roja paşê Mubareka li nexweşxanê bi telefonê li hevserê xwe geriya û got: "Tu çî dikê." Hevserê wê jî got: "Ez neçuma kar. Televizyona me na xebite. Ez bi ceyranê re mijulim. Ji bo televizyonê min uçlî prîzekî nû girt ez çêdikim. Ez têlam dibirim û bi hev ve girê didim." Dema ku Mubarek ji nexweşxanê vegeriya, hat malê dît televizyon dixebite, uçli prîza têlên wê situr, lepik û tirnevîde girtiye.

'Şeva bûyerê xesiya ji Amedê derket'
 
Dayîka Mubarek Remziye Saz diyar kir ku dema keça wê welidiye we hatiye li gel keça xwe, heta saet 23.30'an li gel keça xwe maye het wê demê jî tuştekî nerênî nedîtiye û got: "Di saet 02.00 de ev cînayet hatiye kirin. Di nava şevê de li bendê maye heta keça min diraze û paşê ceyran daye ser ruyê keça min û ew qetil kiriye. Li polîsan digere. Polîs tê cihê bûyerê lê kes xeber nadin me. Di nava şevê de xesiya keça min Mubarek keça wê ya 4 sal û nîv digire, zaroka 2 rojî li cihê bûyerê dihêle û ji Amedê derdikeve." Saz da zanîn ku serê sibê hijmareke ne nas li me geriya û got: "Keça we ji aliyê hevserê xwe ve hatiye qetil kirin û li morgêye." Saz li zarokên xwe yên di nexweşxanê de dixebitin geriya û wiha got: "Min got belkî tuştek bi keça min ya di nexweşxanê de di xebite hatiye, hema ez li wê geriyam. Keça min wê got tu pirsgirêk nîne. Paşê ez li wê hijmara li me geriyayî geriyam. Min got tu kiyê? Tu çî dibêjê? Ewî got: 'Keça we ya zewicî ji aliyê hevserê xwe ve hat qetil kirin.' Ez li Mubarek Veysî û xesiya Mubarek geriyam kesê bersiva min nedan. Em beziyan nexweşxanê. Em li wê hînbûn."

'Piştî ku Veysî tevlî nîqaşên cemaetê dibe pir hatiye guhertin'

Saz diyar kir ku hişê Turan di cihê xwedeye û ev saleka tevlî nîqaşên cemaetê dibe û got: "Piştî ku tevlî nîqaşan dibe pir hatiye guhertin. Pir bêdeng bûye. Mubarek ji mere got: 'tevlî nîqaşên cemaetê dibe. Dema ku ji nîqaşan ve digere serê xwe dişo, estnimêj digire û diçe odeyeke dinê diraze. Pir sar nêzî min dibe.'" Saz da zanîn  ku Turan tenê bi serê xwe ev cînayet nekiriye û got: "Ez bawernakim ku wî tenê bi serê xwe ev cînayet kiriye. Bi hevkariya hinekan yan jî bi fikrê hinekan kiriye. Xesiya keça min qet ji keça min hez ne dikir û pêre ne di axivî. Kurê wê yê mezin Veysî gotina wê guhdar dikir. Bêje berde dê berde, bêje bikuje dê kuje. Em ji vê gumanan dikîn. Em difikirin ku di kirina vê cînayetê de tiliya wan jî heye. Yan jî di heman şevê de ji vêderê nediçun."

'Rolê dînan di lîze dixebite bê ceza bimîne'

Saz destnîşan kir ku Turan di îfadeya xwe ya sozgeriyê de gotiye: "Cinan got bikuje min jî kuşt" rolê dinan dilîze dixebite ku bê ceza bimîne û got: "Yên dîn diçin ji bo ceyran negire lepikê ceyranê û boyî şartel ne avêje teknîkeke taybet bikar aniye. Ev cin nîne bi giştî cînayeteke pilan kiriye. Em serê vê bûyerê nagirin. Em dixwazin ku cezayê herî giran bê dayîna wî. Heger bi navê hişê wî ne temame bê ceza bimîne wê demê dê gumanên me ji dewletê çêbibe û tucarî baweriya me bi wan nayê."

'Bi hişekî tendurst kiriye û qetil kirinek organîze kiriye'
 
Girêdayî mijarê me xwe gihand Navenda Piştevaniya Perwerde ya Jinan û Koordinatora Şêwirmenda derunî Neslîhan Başak. Başak diyar kir ku cînayeta hatî jiyan kirin karê cinan nîne û got: "Bi taybetî jî gotinên weke 'Cinan got bikuje, min jî kuşt' divê neyên bingeh girtin. Heger ev hincet bê pejirandin dê rê li ber qetli kirinan veke. Bêguman cînayeteke bi hişekî seqlem û rojane hatiye pilan kirin hatiye kirin. Ji bo qatîlê Mubarek cezayê herî giran bigire çî ji destê me bê emê bikin. Cezayê wî çiye me dixwazin bigire."

'Emê bibin şopdarê vê bûyerê'

Civakinasa Navenda Jinan ya Ekîn Cerenê Ayşe Çaçan jî da zanîn ku di vê hincetên Turan yên ji bo cînayetê neyên pejirandin û got: "Di dema şopandina dozê ya ji aliyê dozgeriyê ve bi gotinên weke 'Cinan xwest min kuşt', 'Min hesudî bir', 'Ez hatim tehrîk kirin' tiştên ku bên pejirandin nîne. Heta niha cînayetên jinan yên hatîn kirin û kujerên ku rol lîstîn baş bên zanîn. Em ji vê derê bang dikin. Emê bibin şopdarê vê bûyerê û ji bo Turan cezayê herî giran bigire çî ji destê me bê emê bikin. Em desturê nadin bi gotinên hişê wî ne li cihe li ser bûyerê bê girtin."

(zt/mae)