Tevkujî li Nisêbînê hatin şermezarkirin

13:58

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê êrîş, qedexe û tevkujiyên ji aliyê dewletê ve pêk tên, hatin şermezarkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rêxistinên HDP-DBP û aktîvîstên KJA’yê bi armanca şermezarkirina êrîşên tevkujiyê û dorpêçê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Nisêbînê hate li darxistin. Endamê MP’ê yê HDP’ê Nazim Kok, Rêveberên HDP û DBP, Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, aktîvîstên KJA’yê û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Em bi qetlîaman xelas nebûn, nabin û bi berxwedanê em dê azad bibin” hate vekirin.

Li ser navê girseyê Rêveberê HDP’ê Mehmet Aksungur daxuyanî xwend û bibîr xist ku du roj berê li Wanê 12 welatî hatine înfazkirin. Mehmet got ku ev pêkanînên qetlîamê pirsgirêkan çareser nakin û hîn bêtir kûr dikin. Mehmed destnîşan kir ku li hemberî gelê kurd bi awayekî aşkera dijminatiyek xedar û li ber çavan hatiye destpêkirin. Mehmet da zanîn ku ew dê wek her demê li hember van qetlîaman bêdeng nemînin û bi tundî şermezar dikin.

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

(bg/eb/rc)