Gulistan Akel: Me ava kirina bajarek ekolojîk armanc kiriye

14:51

Derya Ceylan-Mizgin Tabu / JINHA

ÊLIH - Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Akel diyar kir ku rêveberiyên herêmî tenê herêmekî bi hişmendiya mêrane û teknîkî kar kirin nîne û got: "Di bajaran de êdî hejmara mirovan ji miliyonan derbas bûye û bnajar bûne cihên avakirina konserê. Ji xweza û ekolojiyê dur hatiye rewşa herdem qerêjiyê di hilberîne. Em armanc dikin ku bajarekî bi xweza, ekolojî, herêmên şînatî, hewaya paqij û ava pak ava bikin."

Ji hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê di Tirkiye û herêmê de pêkbên bi qasî 2 mehan dem maye. Namzetên hevşaredariyên BDP'ê yê jin lez dan xebatên xwe. Namzeta Hevşaredariya BDP'ê ya Êlihê Gulîstan Akel da zanîn ku li Êlihê 5 mehan weke Cîgirê Serokê Şaredariya BDP'ê ya Êlihê kar kiriye. Gulistan destnîşan kir ku hevserokatî wekheviya zayendî, vîn û biryar girtinane. Gulistan diyar kir ku pergala hevserokatiyê nih di cîhanê de rola şoreşê dilize. Gulistan  da zanîn ku rêveberiyên herêmî tenê hişmendiya mêrane û teknîkî nîne her wiha nîvê jiyanê ji jinan pêktê û got: "Bajar êdî milyonan derbas kiriye, hatine rewşa navendên hilberîna qonserê. Ji xweza û ekolojiyê dur hatiye rewşa hilberîna qirêjiyê. Em armanc dikin ku bajarek bi xweza, ekolojîk, navendên şînayî, hewa û ava pak ava bikin."

'Di cîhanê de sedemê qeyrana ku heyî hişmendiya mêrane'

Gulistan bal kişand li ser rêveberiyên herêmî û got: "Em jin êdî zindî di nava rêveberiyên herêmî de cîh dirîn. Emê bi pergalal hevserokatiyê û polîtîqaya jinan bigihin merheleyeke giring." Gulistan destnîşn kir ku girêdayî pirsgirêkên herêmî mekanîzmaye herî giring ya tekoşîn kirinê siyasete. Gulistan diyar kir ku siyaset hatiye rewşa hişmendiya mêrane ya deshilatdar. Gulistan da zanîn ku di cîhanê de sedema qeyrana heyî hişmendiya mêrane û got: "Îro gelên cîhanê bi çar qeyranên bingehîn yên mezin re mijulin. Ya yekem qeyrana demokrasiyê, ya duyemîn qeyrana ekolojiyê, ya sêyem qeyrana newekheviya zayendî û ya çaremîn jî qeyrana aboriyê ye. Li tevahiya cîhanê gel bi qeyranan re ru bi ru ne. Divê li hemberî van qeyranan serî bê rakirin."

'Xwekuştin weke 'pirsgirêkên derunî' tên dest girtin'
 
Gulistan bal kişand li ser xwekuştina jinan û got: "Xwekuştina jinan piranî di navbera temenên 15 - 25'an de di tevayiya cîhanê de tên dîtin. Ji ber vê jî pêwîstî bi nirxandineke navneteweyî heye li ser mijarê." Gulistan diyar kir ku ji ber pêvajoya berdewam kirina şer ya di herêmê de gel koç kirîn cihên ku çunê jî hîn nabin, ev dibe sedema di aliyê derunî û civakî de pirsgirêkan dijîn û got: "Her bûyerek ya xwekuştinê weke bûyerek derunî di raya giştî de tê nirxandin. Sedema vê jî ji nedîtîve li bûyeran nêrîne. Piranî weke pirsgirêkeke nijadî yan jî fewdalîzmê ava kiriye tê dîtin. Pirsgirêkên ku mirov dijîn divê bên dîtin, bên nirxandin û ji bo çareseriyê li rêbazan bên gerîn."

'Piştevaniya tevgera jinên kurd xalên giring bi dest xistine'

Gulistan da zanîn ku di bin pêşengiya tevgera jinên kurd de di herêmê de tekoşîna jinan hatiye despêkirin û ji bo rawestandina şideta li ser jinan tevgera jinên kurd bi boneya piştevaniyê sazî ava kirine û xalên giring bi dest xistine. Gulistan destnîşan kir ku li hemberî şideta li ser jinan herku diçe navendên tekoşînê fireh dibin û got: "Bi taybetî jî di derbarê vê mijarê de di şaredariyên me de xebat hatine despê kirin û herku diçe fireh dibin. Di nava her şaredariyên me de ji yekê zêdetir saziyên jinan hene. Navendên şêwirmendiya jinan, malên sitargehan, atolyeyên hilberînê, navendên werzîşê û malên gel em dikarîn bêjin xebatên giring yên li ber çavanin."

'Em li Êlihê projeyên girêdayî jinan dixin jiyanê'
 
Gulistan diyar kir ku di nava Êlihê de gelek projeyên girêdayî jinan hene, dê bixin jiyanê û got: "Di nava hefteyê de rojekê jin ji gihandinê bê muçe sud digirin. Cardin di heman rojê de jin dikarin ji Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney bê muçe sud bigirin." Gulistan da zanîn ku li Êlihê Atolyeya Hêvî ya Jinan dê vekin. Gulistan destnîşan kir ku ji bo jinan di Atolyeya Hêvî ya Jinan de dê beşên cuda yên perweredê bên vekirin. Gulistan diyar kir ku Komeleya Selîsê ya Jinan bi salane li Êlihê ji bo jinan şêwirmendiyê dikin. Di biniya Şaredariya Êlihê de desteyek ya jinan girêdayî xizmeta jinan nirxandinan dikin.

(zt)