Perwerdeya jinên şaredariya li herêma Cizîrê
15:53
JINHA
GIRKÊ LEGÊ– Di çarçoveya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ku bi diruşmeya “Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve” hatiye destpêkirin de, ji bo jinên di şaredariyên herêma Cizîrê de dixebitin dewreya perwerdeyê hate destpêkirin.
Dewre ji aliyê Akademiya Ramanê ya Star ve bi durişma, "Pêşengtiya rêveberiya şaredariyan jin e" li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê hate destpêkirin. Di dewreya ku wê 22 rojan dom bike de, 31 jinên di şaredariyên bajarên herêma Cizîrê de dixebitin, cîh digirin. Di perwerdeyê de wê waneyên wekî, "Çawaniya birêvebirna şaredariyan, girîngiya perwerdeyê, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, dîroka Kapîtalîzmê, neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û hwd." bêne dayîn.
(şh)
