Bi dehan wesayîtên zirxî sewqî Nisêbînê kirin

16:19

JINHA

MÊRDÎN – Di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de bi dehan maşîneyên zirxî û otobûsên tîmên taybet sewqî Nisêbînê hatin kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê amadekariyên planên qetlîamê bi sewqiyatan tê kirin. Di seatên piştî nîvro de bi dehan wesayîtên zirxî û otobûsên tîmên taybet tê de, seqî navçeyê hatin kirin. Sewqiyata ji aliyê Qoser û Mêrdînê ve hatî li kampa AFAD’ê û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê hate bicihkirin. Dorpêça li navçeyê berdewam dike.

(ekîb/zt)