Ketin û derketina Şirnexê qedexe kirin

16:27

JINHA

ŞIRNEX - Ketin û derketina li navenda Şirnexê bi fermana Wezareta Navxweyî hat qedexekirin. Tenê kesên ku li ser nufusa bajêr in bi awayek kontrol dikarin bikevin bajêr.

Ketin û derketina bajarê Şirnexê hat qedexekirin. Li gorî fermana Wezareta Navxweyî tu kes heya fermaneke duyemîn nikare bikeve bajêr û tenê ji bo kesên nufusa wan li ser bajêr in dê bikaribin bi awayek kontrol bikevin bajêr. Ji serê sibehê vir ve gelek welatiyên ku xwestin bikevin bajêr di noxteyên kontrolê de hatin astengkirin. Welatiyên ku nufusa wan ne li ser bajêr in jî mecbûr man paşve vegerin.

(zt)