ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Endama Meclîsa HDP'ê ya Wanê Gulcihan Şîmşek li ser rol û mûsyona jinê ya di HDP'ê de nîrxan din kir û diyar kir ku HDP'ê ji bo civaka Tirkiyê modelek nû ye û divê jin di HDP'ê modela xwe bidin damezrandin.

*Jinên Saziya Civaka Sivîl a bajarê Hesekê konsepta şer yê dewleta Tirkiyê û bûyera înfaza 12 ciwanên li Wanê nirxandin û bi tundî şermezar kirin. Jinan destnîşan kirin ku encamê înfazê bê hêziya dewletê nîşan dide.

*Sevîm Varlı ya ku li Erzeromê tupvaniyê dike qala zehmetiyên ku ji ber zîhniyeta serdest kêşaye kir û got, "Li Erzeromê dema ku jin bixebitin ji aliyê civakê ve rastî gelek pirsgirêkan tê. Ez hatim asta berdanê kar, lê min dev ji berneda. Ez têkoşînê dikim û dê têkoşîna min berdewam bike."

* Akademisyen Yildiz Onen diyar kir ku bi gaspkirina mafê rêveberiyên cewherî pirsgirêka kurdan çareser nabe û got, "Li Kurdistanê qirkirina sivîlan ne ji ber xendekarne, berevajî ji ber ku bi salane dewletê kurdî çî dixwazin pirsgirêka wan çareser nekiriye."

*Jinên Botanê yên ku ne tenê li piş xendek û barîkatan, her tax û serê her kolanê kirine warê berxwedanê bang li her kesê kirin li hember êrîşên dewletê yên bi tang û topan berxwedanê mezin bikin. Jinan gotin: "Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li tekoşîna şehîdên xwe xwedî derkevin û axa xwe biparêzin. Em her dem li gel zarokên xwe yên li piş xendekandenin. Ti daxwazên me ji dewleta tirkan nîne. Emê ji bo axa xwe tekoşîna herî mezin bidin."

* Malbatên ku 12 roj ji bo wergirtina cenazeyê zarokên xwe dest bi grevê kirine, duh ji bo girtina cenazeyan malbat cardin çûn Sûrê lê belê bi hinceta "ewlehî" destûr nehat dayîn. Bertekê malbatan mezinbûye û wiha gotin, "Dewlet em xapandin."