Cenazê 2 welatiyên li Cizîrê qetilkirin hatin definkirin

10:03

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Cabbar Taşin û Ali Bagdur, yên li Cizîrê hatin qetilkirin li gundê Kirişê ber bi bêdawîtiyê ve hatin oxirkirin.

Malbatên Cabbar Taşkin û Ali Bagdur ji morga nexweşxe ya Cizirê cenazeyê zarokên xwe wergirtin û ji bo veşartinê ber bi gunde Kiriş ê ve birêxistin. Ji bo ku li Cizirê qadexe derketina kolanan heye malbatên wan nekarîn beşdarî merasîma cenaze bibin lê ji gunde derdorê û ji gundê Kiriş ê bi sedan kes tevli merasimê bûn û bi slogana "Şehid namirin " bi meşeke girseyi cenazeyê Ali Taşkin û Cabbar Taşkın li goristana gund hatin definkirin.

Li aliye din li taxên Nur û Cudi yên Cizrê topbaran berdewamdike. Polisan li Taxa Nur ê welatiye binavê Hasan Geçgel û Temel Yilmaz binçavkirin.Welatiyê bi navê Lokman Uçar jî di ketina Cizîrê de hat binçavkirin.

(dt/zt)