Jina ku ji malên 'stargehan' hat girtin û qetil kirin
17:14
JINHA
RIHA - H. G ya 19 salî ku li Amedê di malên sitargehan de dima ji aliyê du xizmên wê ve hat girtin, bi ben xeniqandin û avêtin bîra kor.
H. G ya 19 salî li mezraya Sergenê ya gundê Tekmelî ê navçeya Wêranşarê ya Rihayê di jiyan berî niha 5 mehan dema ku hat hînbûn we 3,5 mehe ducaniye ji aliyê malbata xwe ve şidet dît û bi kuştinê hat tehdîd kirin. Ji bo parastinê hat Amedê û di malên sitargehan de di bin ewlehiyê de dima. Xizmên H. G hatin ew ji malên sitargehan girtin û birin gund, paşê êdî agahî ji wê nehat girtin. Paşê keçên malbata wan diyar kirin ku H. G. windaye û agahî dan leşkeran.
Ji malên sitargihan girtin û birin gund
Ev 5 rojin ji bo H. G. ya wenda leşker di gund de lêgerînê dikin. Hat zanîn ku H. G. ji aliyê kurmamê xwe ve bi hinceta dê bibe gund ji malên sitartegan derketin û ketin rê. Herdu kurmamên wê yên birayê hev yên bi navê H. G. û C. G li xwe mukur hatin ji bo ronîkirina bûyerê kama îtifayê girtin û çun li ser bura ku 20 metreyan kur û 2 kilometre durî gund bedena H. G. ya bê can der xistin. Ji bo otopsiyê cenazeyê H. G. despêkê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hat hînbûn ku di qirika wê û gelek deverên laşê wê de cihê derban heye her wiha ew 8 mehe bû ducanî bû. Ji bo baş sedema mirina H. G. bê zanîn cenazeyê wê şandin Tiba Edli ya Dîlokê.
Her du birayên hev yên bi navê H. G. û C. G hatin binçav kirin. Dema lêpirsîna her du birayan qediya ew sewqî ediliyê hatin kirin.
(zt)

