Li Cizîrê dixwazin bi korsanî 3 cenazeyan defin bikin

12:28

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê, polîs dixwazin cenazeyên yek jê zarokê hê nehatiye dinê bi giştî 3 kesên ku di rewşa avarte de hatin qetilkirin bi awayek korsan defin bikin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê ku ev 31 roj in di nav rewşa awarte de ye, polîs bi awayek korsan hewl didin ku cenazeyên welatiyên bi navê Îbrahîm Akhan, Zeynep Yilmaz û zarokê hê nehatiye dinê yê Guler Yamalak ên di morga Nexweşxaneya Dewletê de tên sekinandin defin bikin. Polîs, li malbatan geriyan û diyar kirin ku dê cenaze werin definkirin û ji malbatê 2 kes dikarin werin definkirinê. Malbatên bertek nîşanî rewşê dan jî aşkere kirin ku beşdarî karên definkirinê nabin.

Bavê İbrahim Akhan, Abdullah Akhan destnîşan kir ku ev rewş nayê qebûl kirin. Abdullah da zanîn ku heya qedexe ji holê ranebin ew nikarin bi awayek heybet cenazeyên xwe defin bikin û wiha got: "Heta malbata me ne li wir be em ê çawa necazeyê xwe defin bikin. Ji ber vê jî em ê beşdarî definkirina korsan nebin. Dema qedexe ji holê rabe em ê cenazeyên xwe defin bikin."

Xizmê Zeynep Yilmaz, Yusuf Yilmaz jî bertek nîşanî vê helwestê da û anî ziman ku ew ê jî beşdarî definkirineke bi vî awayî nebin.

(zt)