Li Nisêbînê tîmên tayîbet ser malan de girtin

12:34

JINHA

MERDÎN - Li taxa Girêmîran a Nisêbînê tîmên taybet serê sibê ser 2 malan de girtin.

Li taxa Girêmîran a Nisêbîna Mêrdînê ku beriya niha 6 caran rewşa awarte lê hat îlan kirin, tîmên taybet ser du malan de girtin. Tîmên tabet ên bi hinceta "îxbar heye" ser malên Mehmet Saday û Taha Çîçek de girtin. Malên welatiyan tevlîhev kirin ji ber tiştek bikin hinceta girtinê nedîtin ji malan derketin.

(zt)