Bloka Aştiyê: Akademisyen ne tenê ne
12:52
JINHA
STENBOL - Bloka Aşitiyê ya Stenbolê bi daxuyaniyekê piştgirî da akedemisyenên ku rastî gef û heqaretên Serokomar Erdogan hatin.
Bloka Aşitiyê ya Stenbolê, ji bo akademîsyenên ku li hemberî şerê li Kurdistanê tê meşandin bi sernavê "Em nabin şîrikê vî şerî" kampanya dan destpêkirin û rastî gef û heqaretên Serokomar Tayyîp Erdogan hatin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hewldana Akademîsyenên Ji Bo Aşitiyê yên ku ji aliyê desthilatdariya Qesrê ve hedef hatin nîşandan, daxwaza aşitiyê bi wêrekî anîne ziman û helwesteke bi rûmet nîşan dane. Akademîsyen ne tenê ne."
(zt)
