Dibin dorpêçê de malên hêzên dewletê dikevinê talan dikin!

15:35

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê ku terora dewleta didome, leşker û polîs li Taxa Yafesê deriyên malan bi funyeyê diteqînin û malan talan dikin.

Li Cizîra Botan ku li hemberî pergala xwerêvebirinê terora dewletê di roja 31'emîn de didome, hêzên dewletê li hember taxên berxwedanê bi tank û çekên giran êrîşên xwe didomînin. Li Taxa Yafesê berê bi sedan mal bi topbarana tankan hatin hilweşandin, vê carê jî polîs bi funyeyan deriyên malan diteqînin û dikevin malan. Leşker û polîsên ku dikevin hundir, malan talan dikin û alavên malan texrîp dikin.

Welatiyekî ku berê bi darê zorê ji mala xwe ya li Taxa Yafesê hate derxistin got ku dema ji bo kontrolkirina mala xwe çûye taxê, dîtiye ku hemû deriyên wan hatine teqandin. Welatiyê ku diyar kir polîsan li tevahiya alavên elektronîk gule reşandine û bêkêr kirine, wiha domand: “Yên ji xwe re dibêje ez mirov im vê nake. Divê mirov li hember dijminê xwe jî bi pîvan tevbigere. Ewqas jî nabe. Li tevahiya malên li Yafesê heman tişt kirine.”

(zt)