Çalakiya tendurisvan di roja 21'an de berdewam dike

18:18

JINHA

AMED - Tendurstvanên Amedê ji ber dorpêça ser Kurdistanê berdewam dike çalaki ya notê bi slogana "Li hember mirinê jiyan û li hember reş spî" dane despêkirin û çalakiya wan di roja 21'an de berdewam dike.

Xebatkarên tenduristiyê yên endamên SES û TTB yên Amedê ji bo balê bikşenin ser dorpêça li ser Kurdistanê berdewam dike bi durişma "Li hember mirinê jiyan û li hember reş spî" 21 rojin di çalekiya nobete denin. Çalekiya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê hatî despêkirin ji aliye sazî û welatiyan ve tê ziyaretkirin. Îro jî Tenduristvanên di çalakiya nobetê de ji aliyê Komeleya Federasyon a Elewiyan û Endamên HDP'a Stenbolê ve hatin ziyaret kirin. Bijîjkê ku ji Berlînê hatî Fatih Firat ji bo piştgiriyê wê haftiyekê têvlî çalakiya nobetê ya tendurisvanan bibe.

(dt/zt)