‘Her jinekê çîrokeke xwe heye!'

11:16

JINHA


KÖLN-UTA-AMARA  3 êmîn pêşbirka “Her jinekê çîrokeke xwe heye” li dardixe. Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Elmanî ye. UTA-AMARA anî ziman ku “Dilê her jinekê vekolî, tê de çîrokek, destanek, helbestek, romanek, rêzefîlmek a serpêhatiya wê heye. Jiyana jinê bi serê xwe roman, çîrok û rêzefîlm e; ji ber ku di vê jiyanê de lehenga sereke ya tevî hemû bêmafî û zordariyan li ber xwe dide û jiyanê him diafirîne, him diomîne jin bi xwe ye.


Navenda Jinan a UTA-AMARA  3 êmîn pêşbirka “Her jinekê çîrokeke xwe heye” li dardixe. Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Elmanî,dîroka  beşdarbûnê di navbera 1’ê Sibata 30 Haziranê 2014’an de  dive beşdarbûn çêbe.Encam ewê di Tirmeh 2014 ê were aşkere kirin UTA-AMARA bi nivîski daxuyanî da û anî ziman ku “Di vê dîroka ku ji destpêkirina civaka dabeşî du çînan bû û heta roja me bi awayekî yek alî bi binpêkirina hemû mafên jinê hat, gihişt îro,di seranseriya dîrokê de zilmeke bê hempa li ser jinê hatiye meşandin, lê jin ti carî bi tevahî xwe radestî vê zilmdariyê nekiriye; ji ber hêza xwe ya berhemdarî û afiranêrî her êş herikandiye hinava dilê xwe û bi rondikan di navbera mijankên xwe yên tîrêjên rojînî re derxistiye der. Ji bo vê; gava tu dilê her jinekê vekolî, tê de çîrokek, destanek, helbestek, romanek, rêzefîlmek a serpêhatiya wê heye. Jiyana jinê bi serê xwe roman, çîrok û rêzefîlm e; ji ber ku di vê jiyanê de lehenga sereke ya tevî hemû bêmafî û zordariyan li ber xwe dide û jiyanê him diafirîne, him diomîne jin bi xwe ye”


‘Dîroka hatiye nivîsandin pirahî bi destê desthilatdariyê hatiye nivîsandin’


UTA-AMARA  da zanîn ku “em bawer dikin ku her jinek xwediyê çîrok û serpêhatiyekê ye. Ger her jinek tişta bi serê wê hatiye derxîne der û raxîne ser kaxezê, wê gavê dîroka rastînî ya mirovahiyê wê derkeve holê. Heta îroj dîroka hatiye nivîsandin pirahî bi destê desthilatdariyê hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê nîvçe, ji rastiyê dûr û yekalî ye. Ger jin serpêhatiyên xwe binivîse, wê wêjeya mirovahiyê ji seqetmayînê rizgar bibe û nû wê karibe xwe bigihîne rastiyê.Ji bo vê yekê, gava jin çîroka xwe binivîse, wê ne tenê alîkariyê bide xwe, wê alîkariyê bide serpêhatiya giştiya mirovahiyê jî. Dîrok bi van serpêhatiyan wê li ser stûneke rast êdî karibe bi cih bibe. Heta niha dîroka mirovahiyê kulek e, ji îro û pê de wê karibe rabe ser du lingan. Em hêvîdar in ku her jina di têkoşîna Azadiye de  tama azadiyê bihîstiye û coşa wê, nûkirina wê tam kiriye, jiyaye; wê xwe bi can û dil tev li vê peşbîrka me ya bi navê „Her jinek xwediyê çîrokekê ye“ bike, wê jêhatiniya xwe biherikîne ser çemê wêjeya mirovahiyê û bi afirêneriya xwe dewlemend û sererast bike.Bi vê hêviyê em li bendî serpêhatî û çîrokên we ne. Ji roja tê bîra we heta îroj çi bi serê we hatiye,yanji hun bune şahide, bi vegotineke wêjeyî ji me re binivîsin. Em jî van nivîsarên giranbuha bikin pirtûk ..Bila cîhan tev zanibe ku jina radibe ser pê, jina têdikoşe, jina serî hil dide, jina azad dibe, jina di her warê jiyanê de şoreşê dijî, êdî wê şoreşa nivîsevanî, şoreşa wêjeyî jî derxîne holê û diyarî gelên  bindest û mirovahiyê bike. Belê em li bendî nivîsên serpêhatî û çîrokên we ne; hêza xwe ya nivîskarî derxînin holê, bila ew avzêyên di kûrahiya dilê we de bi salan e hatine xitimandin wekî kaniyên biharê der bibin û bi biherikin ser çemê wêjeya jine”


Mercên tevlîbûnê pêşbirkê wiha ye:

-Di vê Beşdarbunê de çîrok û helbestên li ser jinê hatine nivîsîn. Pêwîste çîrok û helbest beriya niha li ti derê nehatibin weşandin.

-Beşdarvan tenê dikarin bi du çîrok, yan jî bi du helbest her wiha yan jî bi çîrok û helbestekê dikarin tevlî bibin. Helbest û çîrokên tên hilbijartin di serî de beşdarvan di pejirînin ku bê weşandin. Li ser daxwaza beşdarvana dikare nivîs bi navek cûda bên weşandin.

-Dikarin çîrokan bi nivîsa dest yan jî komputerê binivîsin.

-Çîrokan dê bişînin navnîşan jêr.

-Kesê bi helbest yan jî bi çîrokê tevlî dibe, pêwîste nav, paşnav, navnîşan û kurt demboriya xwe binivîse.

-Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Elmanî.Dîroka  beşdarbûnê: 1 ê Sibata 30. Haziranê 2014.Encam ewê di Tirmeh 2014 ê were aşkere kirin.


Navnîşana navendê UTA-AMARA


Navnîşan: Frauenbegegnungsstatte
UTAMARA
E-mail: utamara@web.de
Tel. 0049 (0) 2644-602424
In der Stehle 26
53547 Kasbach-Ohlenberg


(pk)