Navê serkeftina bi têkoşînê: Şengul Başpiknar
12:12
Derya Ceyran / JINHA
AMED - Şengul Başpinar ya ku 15 sal di Sektora Medîqalê de kar kiriye û berpirsa Medîqala MARMED'ê ye diyar kir ku di warê serkeftinên ku bi destxistiye de deyîndarê wêrekî û hêrsa xwe ye û got: "Di xeyalên min de her dem ji bo bikaranîn zêde bibe fabrîqeyek mezin ava bikim hebû. Ji bo tendirustinyê fabrîqeya paçên bi gaz, fabrîqeya enjektorê û fabrîqeya mezemeyên diyalîzê dihilberîne ava bikim. Dê hemû xebatkarên min jin bana. Jinên herêma me pir fedekar û dikarin pir tiştên baş bikin."
Di nava pergala deshilatiya mêr de û pîşe weke karê mêran tê dîtin. Jin herî zêde "di mal de" û "girêdayî malêye" berpisyariya malê girtin, mêr jî "ji derve" û herî zêde "ji herêmên civakî" berpirsin. Ev jî tê wateya jin karên diyar nekin, herdem heman karan bikin û li gorî mêran xwediyê muçeyên kêm bin. Li gorî sepandinên pergalê jî jin di nava pergala mêrane de ku pîşe weke karê mêran dibîne jî tekoşîna domandina pîşeyê xwe dikin. Yek ji jina ku tekoşîna vê dede avakara şirketa Medîqal ya MARMED'ê ye û di heman demê de Midûrê wê ya Giştî Şengul Başpinare. Şengul çêroka tekoşîna xwe ya di Sekltora Medîqal de ji JINHA yê re vegot.
'Di Sektora Medîqal de jinan nagire cidiyetê'
Şengul ya ku di temenê ciwan de dest bi jiyana kar kirî rastî gelek zoriyan hatiye û got: "Min zoriyên jinbûnê pir kişand. Di binesaziya herêma me de ji bo jin di pêş de cîh bigirin pir destur nayê dayîn." Şengul diyar kir ku dema wê şirketa Medîqal ava kiriye, wê demê Sektora Medîqal weke karê mêran dihat dîtin. Şengul da zanîn ku ji ber pirbûna mêran di Sektorên Medîqal de pir jinan di wî beşî de nagirin cidiyê û got: "Hilweşandina vê qedexeyê, ya nû li ber çavan dîtin û pejirandina wê gelek zor bû. Lê serkeftin jî ya herî bedewe."
'Di warê serkeftinê de ez deyîndarê wêrekî û hêrsa xwe me'
Şengul destnîşan kir ku di nava Sektora Madîqal de bûyîna jinan hem aliyê xwe yê erênî û hem jî nerênî heye û got: "Li gel hemû zoriyan jî min berhema keda xwe girt. Ya heyî min parast û bikaranîn zêde kir." Şengul diyar kir ku di tekoşîna xwe ya 15 salan de di warê destkeftiyên ku bi des xwe ve aniyî de, ew deyîndarê wêrekî û hêrsa xwe ye. Şengul da zanîn ku ew weke jinek dikare hemû karên ku mêr dikin bike.
'Dema bêje jin ava ku diherike dê raweste'
Endama Komeleya Karkerên Jinên Rojhilat û Başurê Rojhilat (DOGUNKAD) û endama Komîteya Jinan ya Kiryarî Şengul da zanîn ku bi hewildanên jinan kar dikin û got: "Dema ku dibêjin jin weke ava ku diherike dê raweste" Şengul destnîşan kir ku divê piştevaniya jinan bê kirin. Şengul diyar kir ku herêm ji bo jinan pir ne xwedî derfete û got: "Jin di nava tevgerekî ya kirina karekê denin. Weke DOGUNKAD bi qasî ku me çavdêrî kiriye heger derfet bê dayîna jinan di karin bigihin serkeftinên herî baş."
'Ezê tercîha xwe di aliyê jinan de bixebitînim'
Şengul diyar kir ku di herêmê de pir derfet nayê dayîna jinan û got: "Di xeyalê min de her dem ji bo bikaranîn zêde bibe fabrîqeyek mezin ava bikim. Ji bo tendirustiyê fabrîqeya paçên bi gaz, enjektorê û mezemeyên diyalîzê dihilberîne ava bikim. Dê hemû xebatkarên min jin bana." Şengul da zanîn ku ew dixwaze di herêmê de hemû jin kar bikin, lê di herêmê de piştevaniya jinan nîne û got: "Jinên herêma me pir fedekarin û dikarin pir tiştên baş bikin." Şengul destnîşan kir ku 20 karkerên wan hene û piraniya wan jî jinin û got: "Weke karsazekê daxwaza min zêdetir kar dayîna jinane. Heger derfetên min desdayîbana min bi sedan jin di kar de bi cîh bikirana."
(zt)

