5 tecawizkarên zaroka 14 salî hatin girtin
13:01
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîra Şirnexê S.Î ya 14 salî bi tecawizê re rû bi rû ma. Zaroka ku rastî tecawizê hatî tecawizkarên ên bi navê Îsa A., Ferdî E., Davut A., Servet O. û Semîh A. gilî kir. Tecawizkar piştî giliyan hatin binçavkirin û hatin girtin.
Li taxa Cudî ya Cizîra Şirnexê zaroka 14 salî S.Î dema li parqê dilîst ji hêla 5 kesan ve hate rewandin. Bûyer di 27’ê cotmehê pêk hat. S.Î ya ku rastî tecawizê hatî berê xwe da Qerekola Akançay a Şehîd Murat. Piştî giliya S.Î 5 tecawizkar hatin girtin.
Bavê S.Î Salîh Î. diyar kir ku keça wê kêmaqile û ji ber vê jî başî û xirabiyê nizane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîs telefon vekir û pirs kirin û gotin ku hûnê dozê vekin an na. Ez tucarî devjî vê dozê bernadim û divê tecawizkar bên cezakirin. Zaroka min hêj 14 saliyê. Çi bê serê min jî ez devjî vê dozê bernadim. Polîsan 5 tecawizkaran girtiye. Zaroka min jî niha li Xizmetên Civakê ya Şirnexê ye. Niha ji ber ku rewşa wê ya derûniyê ne başê û şerm dike nikare rûye me binere.”
(hp/la)

