ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:04

* Li gundê Derê Avê yê Colemêrgê weke hemû amadekariyên jiyanê goreyên zivistanê jî bi keda destê jinan tên amadekirin.

*Dayîka Şemiyê Hanim Tosun a ku di salên 1990'an de hevserê wê Fehmi Tosun di cînayetên faîlên kiriyar nediyar de hatî windakirin diyar kir ku ji salên 90'an heya niha qirkirinên ser Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Hanim da zanîn ku deshilatî hatin guhertin lê hişmendî hemane.

*Girtiyên jinên siyasî berxwedana êrveberiyên cewheriya li Kurdistanê berdewam dike silav kirin û ji piş xendekan re silav şandin û gotin: "Hun dema dixwazin me di girtîgehan de hilweşînin hînî çembera me ya berxwedanê bûne li hemberî hilweşandinan, lê hêvî û xeyalên me ji vêderê firar kirine. Tiliyên me yên bi nîşana serketinê bi kenê me re çune..."

*Jinên Rojava li tevahî qadên jiyanê xwe bi rêxistin dikin. Jinên bajarê Til Temir ên ku cihê xwe li Navenda Trafîqê digrin bi aweyek aktîf xebatên xwe dimeşînin.

* Li Navenda Paşde Vegerandin ya Aşkale skandalek din tê jîn. Koçberê Rojava bi telefonê agahî dabû hevjîna xwe ku tevî DAIŞ'ê wî ragirtine û dûvre hevjîna wî nema agahî jê girtiye. Li Ser vê yekê hevjîna wî serî li BÎMER'ê dide lê rastî bersivên ecêb tê.

*Esnafên jin ên Geverê çanda xwe yê herêmî bi dirûna kiras û fîstan jiyan zindî dikin. Jinên esnaf qala hişmendiya civakê yê li hember jinê kirin û diyar kirin ku ji bo guhertina kevneşopiyên civakê yê li hember jinê ew ê bixebitin.