Berendama keyatiyê Behîce: Emê jin bi hev re bi serbikevin
13:19
Hicret ÇİFTÇİ/JINHA
WAN - Ji demên berê heta niha mêran keyatî kirine, êdî li gelek navend û navçeyan gelek jin bûn berendamên keyatiyê. Ji van yek ji berendama keyatiyê Behîce Abi ya li taxa Cumhuryetê ya Wanê diji ye... Behîce diyar kir ku tax xwediyê binesaziyekî têkele û got: "Emê di taxê de bi jinan re serkevin. Dema ku projeyek yan jî karek bê kirin emê di nava taxê de fikrê taxê bipirsîn. Emê fikrê xwe bi hev er parve bikin. Ezê bi hişmendiyekî hevpar ya kar kirinê kiyatiyê bikim."
Jinên ku li hemberî avakirina hişmendiya deshilatiya mêran tekoşînê dikin, êdî di gelek navendan de bûn xwedî bandor û mafê gotinê. Di rojên derbasbûyî de ji aliyê Meclisa Jinên BDP'ê ve daxwiyanameya hilbijartinan hat diyar kirin, jinên kurd îmzaya yekem avêtin binî û êdî dikarin bi gavên ji xwe bawer di riya xwe de bimeşin. Ji demên berê heta niha kiyayî weke karê mêran hatiye dîtin û her dem mêran ev kar kiriye. Lê êdî li gelek navend û navçeyan jin bûn berendamên keyatiyê. Ji van yek jê jî dayîka 5 zarokan Behîce Abî ye... Keya ya Taxa Cumhuryetê ya Wanê Behîce Abî da zanîn ku demdirêj mêran ev kar kiriye û jinan di vê mijarê de xwe paş de hêlane.
'Ez dixwazim di nava taxê de xwe bi gihînim hemû kesê'
Behîce destnîşan kir ku serlêdanan wê ya ji bo keyatiyê bandor li derdor kiriye û got: "Hevalên min, nas û tevahiya texê pir dixwestin. Di encama daxwazên hevalên jin de ez bûm berdendam." Behîce diyar kir ku ew dixwaze di nava taxê de li gel jin û zarokan xebat bike û got: "Ji nihade ez nikarim bêjim girêdayî xebatan pirojeyên min hene. Lê di nava taxê de kêmaniyên ku min dîtîn hene. Ez dixwazim ev kêmaniyane derbas bibin." Behîce da zanîn ku heta niha çî karê ku di nava taxa wan de hatiye kirin wê xwe jê ne vedaye û got: "Bi taybetî di dema erdhejê de li gel hevalên xwe me bi dilxazî kar dikir. Ez neçume ji derveyî taxê." Behîce destnîşan kir ku wê armanc kiriye xwe bigihîne hemû kesên di taxê de dijîn.
'Taxa me xwediyê sazumaniyeke têkele'
Behîce da zanîn ku li taxa ku têde bûye berendam li Wanê xwediyê herêmeke giringe û got: "Di taxa me de ji gelek nijad, ziman, ol û mezheban kes hene. Ango xwediyê binesaziyeke têkele." Behîce destnîşan kir ku dema di nava taxê de di xebite restî bertekên jinan yên erênî tê û got: "Jin dayîkin, dilê wan nazike, hestiyarin û pakin. Çawa ji bo mala xwe hişyar û hestiyarin dê wiha ji bo karên taxê jî baldar bin." Behîce diyar kir ku heta niha di nava taxê de çî karê ku ketiye li ser milê wê kiriye, ji niha û pêde jî dê kiyatiyê bi awayê herî baş bike.
'Keyatiyekî ku jin pêşengiya wê bike ezê bikim'
Behîce bal kişand li ser di malan de girtina zaroka û got: "Divê herêmên civakî ji zarokan re bê ava kirin. Li cihekê bikarin lîstokan bilîzin û demên xwe derbas bikin. Divê herêmêm werzîşê ji bo wan bên vekirin." Behîce diyar kir ku zêdebûna namzatên hevşaredaran yên jin ji bo jinan pir giringe û got: "Berî niha jî jinên serokşaredar hebûn. Lê niha hejmara wan zêde bûye. Ev ji bo kiyatiyê jî derbasdare. Kêm jinên kiya hebûn lê îsal hejmara wan zêde bû." Behîce da zanîn ku we dixwaze koteya ji bo şaredariyan hatî dayîn ji bo kiyayan jî bê dayîn û got: "Em dixwazin vê pêş bêxin. Em kiyatiyek ku jin pêşengiya wê bike dixwazin."
'Ezê bi hişmendiya hevbeş keyatiyê bikim'
Behîce destnîşan kir ku jinên tirk yên ku di taxê de dijîn jî ji rewşê dilxweşin û got: "Jin piranî dilxweşiya xwe tînin ziman. Emê di nava taxê de jin bi hev re bi serkevin. Dema ku di taxê de proje yan jî xebatek hebe emê fikrên taxê bigirin. Emê fikirên xwe bi hevre parve bikin. Em dikarin ji bo van xebatan komeleyekê jî ava bikin." Behîce diyar kir ku jin xwedî hêz û bi bandorin û hêza ku ji jinên derdor digire wê dilxweş dike. Behîce di dawiyê de da zanîn ku ew dê bi hişmendiyekî wekhev kiyatiyê bike û got: "Ezê biçim deriyê her kesê. Ez ferqê naxim navbera tu kesê. Ezê bi hişmendiyek demokratîk kiyatiyê bikim."
(zt)

