Li Cizîrê 2 cenaze bi korsanî hatin veşartin
15:41
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê 2 cenazeyên ji hêla dewletê ve hatibûn revandin bi awayek korsanî hatin veşartin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê cenazeyê 2 welatiyên di encama êrîşên tevkujiyê de hatibûn qetilkirin, bi awayek korsanî hatin veşartin. Cenazeyê welatiyê bi navê Abdulazîz Aslan ku di rojên ewil ên êrîşan de hatibû qetilkirin, li Goristana Taxa Yafesê bêyî xeber bidin malbatê veşartin. Cenazeyê welatiyê bi navê Veysi Elçî jî 2 roj berî niha li Taxa Nûhê hatibû qetilkiirin jî li Goristan Taxa Yafesê veşartin.
Malbatan jî nerazîbûn nîşanî revandina cenazeyan dan û diyar kirin ku ew vê veşartina korsanî qebûl nakin. Malbatan dan zanîn ku dê piştre cenazeyên xwe li gorî çanda xwe veşêrin.
(ekîb/zt)
