Girtiyên jin: Heya welateke azad û nasnameyeke azad berxwedan
13:03
Hazal PEKER – Mizgîn TABU / JINHA
MÊRDÎN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan êdî li ber sînorê talûkê ye û çalakvan bi peyamên didin biryarbûna xwe nîşan didin. Girtiyên PAJK’ê ên li Girtîgeha Mêrdînê bi nameyek bal kişand ser berxwedana xwe û wiha gotin: “Çalakiya me ji bo welateke azad, nasnameyeke azad. Ji bo bombe lîstîkên zarokên kurd xiranekin. Xwezî ji bilî canê me tiştek din hebûya ku min ji bo gelê xwe feda bikira.”
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê 12’yê îlonê ve berdewam dike, ket roja 52 yemîn. Her çendî rewşa tenduristiyê gihiştiye astek krîtîk, lê girtî bi biryar in. Her wiha her ku diçe hejmara kesên ku dest bi grevê dikin zêdetir dibe. Girtiyên ku grevên birçibûnê didomînin bi nameyan raya giştî agahdar dikin. Yek jî van nameyan nameya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E yê Mêrdînê ye. Zuleyha Yilmaz, Behîce Tanriverdî, Şîrîn Şahîn 40 rojin û Zeynep Altinkaya jî 20 rojin greva birçibûnê didomînin. Girtiyên jin bi nameya xwe qala armanca xwe kirin.
‘Rêwitiya ber bi evîndariyê’
Zeynep Altinkaynak: 23 salî me. Salek nîv e li girtîgehê me. Ez jî wekî bi hezaran zarokên kurd jî zilma dewletê re rû bi rû mam. Kesên ku çalakiya me bê watê dibînin, em bi israr greva xwe didomînin. Çalakiya me rastiyeke, heqiqeteke, rêwitiya ber bi evîndariyê ye, hezkiriyên rojê ne. Zanayê me ‘Çawa bi milyonan kes li hicreyekî tê girtin gelo?’ li vir berxwedaneke çawa heye û hêzek çawa heye, em jî bi vê çalakiyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, aştiyeke mayîn de pêk tînin û diqîrin. Li dijî mejiyên bi kelepçe re berxwedan, li dijî jiyana sanal re haqîqet û mirin, li hemberî bedena xwe derdikevin… Ji bo welateke azad û nasnameyeke azad. Ji bo lîstîka zorakan bi bombeyan neyê xirakirin…
‘Ji bilî berxwedanê rê nîne’
Zuleyha Yilmaz: Di sala 1991’an de ji dayik bûm. Bajarê ku înkar û lînç heyî de, bajarekî wekî giravê mezin bûm. 5 sal in li girtîgehê me. Li hemberî înkar û tecrîdê niha di mekaneke wisa de çalakiyek bi vî rengî li dar dixim û ji bo min wateya vê pir girîng e. Çalakiya me ne evîndarê mirinê ye, li dijî jiyana heyî re têdikoşe. Mirin gelê ku hatiye înkar kirin re rewa tê dîtin. Bi vê rebazê dixwazin mirinê hîn bikin. Li welatê min hemû beden li dora Zanyar bûye xelek. Bi hezaran bedenên ciwanan li ser vê erdnegariyê jiyana xwe ji dest da û ji bo jiyaneke nû. Ji bilî berxwedanê rê nîne û ev rastiyê û mirovan dişewitîne, ji bilî vê jî jiyan ne jiyan e. Heya ku jiyanê qezenç bikin û bighijin heqîqetê em di çalakiya xwe de bi biryarin. Tu zext û zordarî nikare li hemberî çalakiya me raweste.
‘Li dijî înkar, îmha û asîmîlasyonê…’
Behîce Tanriverdî: Berxwedana di sala 1982’an de ya Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî înkar, îmha û îşkenceyan bû. Di salên 82’an de em hêj zarok bûn û me guhdarê wahşeta zindanên Amedê dikir. Bedenên ku ji bo azadiyê hatin fedakirin… 30 sal in Têkoşîna Azadiyê bi bedelên mezin roj bi roj mezin bûn û heya îro hat. Zarokatiyê loriyên dayikan heya tilîliyan û niha jî dîsa loriyên dayikan… Piştî 30 salan cara yekem tevli grevê birçibûnê dibim. Polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên 13 salan îro jî dom dike. Ez jî rêwiyekê vê rêwitiyê me. Wek jinek naxwazim tîlîliyên dayikan bibin lorî. Di serî de divê tecrîda 13 salan a li hemberî brêz Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin, mafê tenduristî, azadî û ewlehiyê bê dayîn. Heya ku ev daxwaz pêk neyê ez jî dev jî berxwedana xwe bernadim.”
‘Hêz, vîn û berxwedan’
Şîrîn Şahîn: Di sala 1991’an de li Silopiyê ji dayik bûm. Malbata min malbeteke welatparêz e. Salek nîv e li girtîgehê me. Jiyana li vir a saetek jî ji bom in pir watedare. Li vir hevaltiyê, tevgerê û têkoşînê hîn bûm. Girêdanbûna min a têkoşînê li vir pêtir mezin bû. Bi piştgirî û alîkariya hevalan ez hînê li girtîgehê bûm. Heya niha 5 caran tevli greven birçibûnê yên dorveger bûm. Lê ya niha pir cûda ye. Tişta girîng hêz û vîn e. Baweriya min vîna min tê. Ez bêti bi hêztir bûm. Heya dawiyê ezê berxwedana xwe bidomînim, dawiya vê mirin bê jî… Xwezî ji bilî canê min tiştek din hebûya ku min ji bo gelê xwe feda bikira.
(hp/la)

