Li Cizîrê zarokê birîndar jiyana xwe ji dest da
08:56
Çile
15
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - ji 3 zarokên duh ji ber topbaranê li Cizîrê birîndar bûyî Yusuf Akkalin ê 12 salî jiyana xwe jidest da.
Li Cizîra ku 33 rojin dibin dorpêçê dene duh top bi malekê ket û 3 zarok birîndar bûn. Zarokên birîndar bi abolansê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê. Ji zarokên birîndar Yusuf Akkalin ê 12 salî jiyana xwe jidest da. Hîna dermankirina her du zarokên dinê berdewam dike. Li aliyê dinê jî hat zanîn ku li Taxa Cudî di saetên şevê de di nava YPS'ê û hêzên dewletê yên xwestin bikevin taxê de şer berdewam kir.
(at-ab-ma/zt)
