Baroya Amedê ji bo girtiyên nexweş Qampanye ya Mail ê dan despêkirin
17:26
JINHA
AMED - Li girtîgehên Tirkiye û herêmê ji bo girtiyên siyasi yên nexweş Baroya Amedê dest bi Qampanye ya Mail kir û xwestin hemû gel piştevaniya qampanye ya wan bikin.
Baroya Amedê ji bo girtiyên nexweş yên siyasî ên li girtîgehên Tirkiye yê û herêmê li kolana hunerê daxwiyanî dan çapemeniyê. TUHAD-DER, TUHAD-FED, parêzerên Baroya Amedê û hêjmareke pir kes tevlî daxwiyaniyê bûn. Di daxwiyaniyê de afîşên bi sernivîsa "Girtî dimirin, dewlet lêdinêre" hatin evkirin, welatiyan jî broşurên "Ji bo girtiyên nexweş azadî" belav kirin. Bi navê Baroyê Serokê Berpirsên Komisyona Girtîgehan ya Baroya Amedê Muzafer Ozdemîr daxwiyanî da. Muzafer diyar kir ku girtiyên nexweş di nava bêdengiyê de dixeniqin, jiyana wan di nava şertên ji bo mirovan nayên pejirandin de dihêlin û mafên wan tên binpê kirin.
Banga ji bo Qampanye ya Mail ê
Muzafer da zanîn ku girtiyan bi kelepçe derman dikin û got: "Li gel van jî demdirêj nayên derman kirin. Girêdayî van rewşan di nava natawî û navnetewî de gelek rapor, itiraz û protesto ji nadîtîve tên dîtin. Bersiv nayê dayîna daxwazên ji aliyê heyetek ya dadgeran ve tendirustiya girtiyan bê destnîşan kirin. Di girtîgehan de polîtîqaya mirovan terkî mirinê dike di sala 2010'an de 161, di sala 2011'an de 41, di sala 2012'an de 66 girtî ji ber nexweşî û sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin şertên jiyana girtiyên nexweş bên baş kirin. Ji aliyê bijîşkên bê alî ve lê bên nêrîn. Nexweşên ku rewşa wan giran û jiyana wan dibin metirsiyê de serbest bêne berdan. Di vê wateyê de ji aliyê Baroya Amedê ve li ser siteya înternetê bi awayeke fermî Qampanyeya Mail ê despê kiriye. Em li bendêne ku hemû gelê me piştevaniya me bikin."
(zt)

