1’ emîn Konferansa Jineolojî a Jinê tê lidarxistin

09:02

JINHA


KÖLN-Buroya  Aştiyê ya Jina a Cenî  li  Almanya yê  1’ emîn Konferansa Jineolojî a Jinê tê dardixistin.Komîteya Konferansê anî ziman ku “Armanca vê konferansê ev e, zanyariyên desthilatdar bi struktûrên xwe yê kapîtalîst pirsyar bikin û di heman demê de ji bo pêşarojek azad konsept û şêwazên alternatîf ji aliyê zanyarî û ramanên jiyane ango bi hevokek dîtir rastiya Jineolojî bi hevre nîqaş û parve bikin


 Buroya  Aştiyê ya Jina a Cenî  li  Almanya yê  1’ emîn Konferansa Jineolojî a Jinê li dardixe.ku di  28. Sibatê 02. Adara 2014’an de li Zanîngeha Kölnê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Konferansê Jineolojî daxuyanî da çapemeniyê. Komîteya Konferansê diyar kir ku:Armanca vê konferansê ev e, zanyariyên desthilatdar bi struktûrên xwe yê kapîtalîst pirsyar bikin û di heman demê de ji bo pêşarojek azad konsept û şêwazên alternatîf ji aliyê zanyarî û ramanên jinane ango bi hevokek dîtir rastiya Jineolojî bi hevre nîqaş û parve bikin. Em wek jin dixwazin di çarcoveya vê konferansê de du roj û nîv bi hemû jinên ji civak, zanist, têkoşînên û erdnîgariyên cûda re hevbeş derbas bikin da ku bi gavên pêwîst û şênbertir ber bi armanca hevbeş a ji bo avakirin û jiyîna civakek azad, ekonomîk û demokratîk bên avêtin.


 Konferans bi 4 beşan ve tê bi rê ve birin:


 - Dîroka şewşandî – Nasnameyên hatine şewşandin


 -Epîstemolojiya Zanyariyê- Înşaya zanyayriya ku jinan li devreyê jiyanê dihêle


 -Femînîzm – Serhildana mêtingeha herî kevnare


 - Jîneolojî: Ber bi ji nû ve avakirina zanyariyê û jiyana Azad û Komunal ve


 Bernameya konferansê li gel axaftin û nirxandinan bi beşên xwe yên çandî jî xwedî dewlemendiyeke.


 Her wekî din jî malperek taybet derbarê agahiyên berfirehtir yên konferansê, dîsa jî bername û danasîna Jineolojî tê amadekirin, ji niha vê hûn dikarin bi rêya vê navnîşanê malperê bişopînin, http://jineoloji2014.blogsport.eu. Eger hûn bikarîbin encama beşdarbûna konferansê bi rêya vê maîlê jineology2014@hotmail.de komiteya amedakar  agahdar bikin.


(pk)