Li Kocaeliyê operasyona bi navê ‘Berbangê’ pêk hat
13:17
Gulşen KOÇUK - JINHA
KOCAELÎ – Li Kocaeliyê bi navê operasyona ‘Berbangê’ 30 kes hatin binçavkirin. Serê sibê li Kocaeliyê operasyonek pêk hat. Polîsan mala serokê BDP’ê Daricaya Kocaeliyê lêgerin pêk anî. Her wiha bi dehan kes hatin binçavkirin û derbarê binçavkirinan de heya niha tu agahî nehat girtin. Polîsan dest danîn ser 7 pirtûk, 42 fîm, CD yên muzîkê û tabloyek.
Serokê BDP’a Daracika Kocaeliyê Hîkmet Koçak, diyar kir ku serê sibê saet Saat 6’an de polîs hatin malê û kurê wî Dogan Baran Koçak û hevalên van Ekrem Erdogan, Hasan Koçuk, Burhan Altu, Hulya Koşut, Adem Gelgeç û çend kesên ku navên van nehate zanîn hatin binçavkirin. Koçak, destnîşan kir ku der barê binçavkirinan tu agahî nehat dayîn.
Koçak, bal kişand ser çalakiyên demên dawiyê hatî lidarxistin û got ku dê roja yekşemê saet 12’an de bi tevlibûna parlamenterên BDP’ê Pervîn Buldan kongre bê lidarxistin û her xiha dê li ber Girtîgeha Kandirayê jî ji bopiştgiriyê bidin girtiyan dê daxuyanî bihata dayîn, bi van operasyonan dixwazin çalakiyan asteng bikin. Kaçak, got ku li dijî zext û zordariyan dê çalakiyên xwe pêk bînin.
15 kesên ku hatin girtin birin Qereqola Aynaliya Daracikê û 15 kesên din jî sevqê Midûriyeta Şaxa TEM a Kocaeliyê kirin.
(gk/hp/la)

