Nisêbîn weke navê xwe dê bibe dengê hemû rengan
10:08
JINHA
NİSÊBÎN - Namzeta Hevşaredariya BDP'ê ya Nisêbînê Sara Kaya diyar kir ku Nisêbîn weke navê xwe rengîne û got: "Emê 'Bi Rêvebariya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve' dest bi xebatên xwe bikin. Emê ji bo avakirina bajarekî her kes bê ciyawaziya rengan û çandê têde bijîn bixebitin."
Li Tirkiyeyê BDP û HDP'e bi pergala hevserokatiyê deskeftiyekî nû bi des xwe ve gihandin. Bi rêvebirina polîtîqaya di nava jiyanê de rêveberiya jinan û li ber çavan dîtina keda wan. Bi vê boneyê jin di nava "malan" de bi navê pîroziya dayîkê, zêdetir di nava navendên civakî de bi nasnameya xwe ya jinbûnê di nava refên tekoşîna azadiyê de cihê xwe digirin. Yek ji van jinan jî Namzeta Hevşaredara BDP'ê ya Nisêbînê Sara Kaya ye. Sara got: "Jin, zarok, pîr û kal bajarek çawan dixwazin ez jî heman bajarî dixwazim. Ez dixwazim bajarê ku têde bijîm bi rengê xwe diyar be."
'Xebatên me dê mîna Nisêbînê pir çandî û rengîn be'
Sara, da zanîn ku Nisêbîn weke navê xwe rengîne, xebatên ku birêve bibin jî dê weke Nisêbînê pir çandî û rengîn be û got: "Em dixwazin bajarek wiha ava bikin ku her kes bi çand û rengê xwe bikare têde bijî." Sara destnîşan kir ku li Nisêbînê Kilise û Mizgaft bi hevre dijîn û got: "Bi salane weke Kilise û Mizgeftan gelên kurd, ereb û suriyanî jî bi hev re dijîn, ji ber wê jî şaredariyên me bi pir zimanî dixebitin. Ezê bibim şopdarê wan."
'Emê bi duruşma "Bi Rêveberiya Xwesert ber bi Nasnameya Azad ve" bixebitin'
Sara got: "Duruşmeyek ya me heye 'Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve' emê bi vê hişmendiyê despê bikin." Sara diyar kir ku ev 15 salin Nisêbîn ji aliyê gel ve tê rêvebirin û ev kevneşopî dê berdewam bike. Sara da zanîn ku projeyên ku ew bidin pêşiya xwe dê bi gel re parve bikin. Sara destnîşan kir ku divê Nisêbîn bi dîroka xwe ya ekolojiyê re bibe yek û got: "Ez dixwazim bajarek wiha ava bikim ku zarok ji nava betonê derkevin û bi axê re bibin yek."
'Bi pergala hevserokatiyê re şoreşekê despê kir'
Sara xebatên şaredariyê yên berê bibîr xist û got: "Di nava xebatên 5 salan yên şaredariya me de ji bo jinan cihên weke malên tenuran û navendên jinan hatin ava kirin. 25'ê Mijdarê Girêdayî Şidata li ser Jinan di Navneteweyî de Roja Tekoşîn û Piştevaniyê ye ji jinan muçeyê rê nehat girtin. Ev tev jî giringin, emê jî van bidomînin." Sara diyar kir ku di hilbijartinên berê de jinên kurd 15 şaredarî birêve dibirin û got: "Di vê pêvajoyê de BDP'ê bi pergala hevserokatiyê şoreşek kir. Ev ji bo me xebatên giringin. Ez jî bi salane di nava xebatên şaredariyê de dimînim. Me ji mêran baştir ev kar dikir. Jinan rengê xwe daye Nisêbînê."
'Ji bo domandina jiyana ekolojîk emê bixebitin'
Sara got: "Ji bo jinan di aliyê aborî de emê kooperatîfan pêş bixin." Sara da zanîn ku ji bo ciwan û zarokan projeyên wê hene û dê ji bo ciwanan navendekê û ji bo zarokan jî kreş an ava bike û ji bo zarok bi zimanê xwe bikarin bijîn dê tekoşîn bikin. Sara destnîşan kir ku dê li gorî daxwazên gel bixebitin. Sara diyar kir ku dê malên gel ava bikin û giringiyê bidin pêşedbirina Navenda Çandê ya Mîtaniyan. Sara bal kişand li ser xebatên xwe yên girêdayî jiyana ekolojîk û da zanîn ku girêdayî gundan xebatek ekolojîk dê bê kirin, di nava gundan de servîs bên amade kirin. Di dawiyê de Sara destnîşan kir ku ji bo li Nisêbînê jî jiyana ekolojîk bê berdewam kirin dê bixebitin.
(zt)

