Biwelidîne dê dewlet xwedîbike = bikuje jî dê dewlet biparêze
13:04
Sarya Bozuoglu - Bêrîtan Elyakut / JINHA
RIHA - Li Navçeya Wêranşarê Hacîre Gov ya 8 meh û nîv bû ducanî ji aliyê Hasan Gov ve hatibû xeniqandin û avêtibû bîrê. Bedena Hacîre Gov ya bê can ji bîrê hat derxistin. Girêdayî qetilkirina Hacîre û zaroka wê ya ku hindik mabû dê hatiba dunyayê Koordînatora Şêwirmenda Navenda Jinan ya Berjîn Amara Rihan Înan Kayhan axivî. Rihan bal kişand ser bêçarekirin û qetilkirina jinan û got: "Qirkirina jinan ne tenê şerma malbatekê ye şerma tevayî civakê ye."
Li Navçeya Wêranşlarê ya Rihayê berî niha hefteyekê Hacer Gov ya 19 salî ji aliyê 2 pismanên xwe yên bi navê Hasan Gov û Cemal Gov ve hat xeniqandin. Rojek berê jî bê deng hat bin ax kirin. Hacîre ya 8 meh û nîvan ducanî, hefteyekê wenda bû. Paşê jî ji aliyê leşkeran ve bedena wê ya bê can ji bîrek vale ya yek kîlometra durî gundê wan yê bi navê Barut de hat dîtin û derxistin. Li derdora bîra teng û kur hêj dilopên xwîna Hacîre ne hatine paqiş kirin. Di encama êxbara diya Hacîre de bedena Hacîre ya ku hefteyekê di bîrê de mayî hat derxistin. Girêdayî rewşa hacîre hevalên wê yên dibistanê yên jin axivîn. Jinan diyar kirin ku Hacîre ji bo kar weke karkerên demsalê çubû Serê Kaniyê, dema ku vegariya jî ew 3 meh û nîv bû ducanî bû. Jinan dan zanîn ku li gel hemû hewildanên malbata Hacîre ji ber "qedexeya ku dewletê daniyî" nekarîn kurtaj bikin. Girêdayî bûyerê dayîka wê Mafiye Gov jî destnîşan kir ku girêdayî bûyerê du birayên Hacîre û bersuc Cemal Gov jî di nav de 10 kes hatin binçav kirin, bersucê dinê Hasan Gov jî reviya.
'Qatîlan bi serê xwe biryarek wiha girtine'
Jinan diyar kirin ku di maha 7'emîn ya ducanîbûna Hacîre de eşîretê di derbarê bûyerê de biryar girtin. Jinan dan zanîn ku di encama pir mijulbûna dayîka Hacîre Mafiye Gov de eşîretê biryar girtin ku Hacîre "Bi şertê ku bi bavê zaroka xwe re bizewice" dê ji mirinê xelas bibe. Jinan destnîşan kirin ku kesê li Serê Kaniyê bi malbata wan re dijiya û navê wî nehat zanîn dema ku nexwest bi Hacîre re bizewice, Hacîre ji bo ji gund durkeve şandin Amedê. Jinan dan anîn ku Hasan û Cemal bi serê xwe cînayet kirine. Jinan diyar kirin ku Hasan "ji bo dibin ewlehiyê de bê girtin" Hacîre bir Amedê. û gotin: "Hasan bi destê xwe Hacîre teslîmî malbata wê kir. Heger keseke dinê bana, mala ku Hacîre lê dima bawerî pê ne dianî û Hacîre teslîm ne dikir. Wekedinê heger di dema Hacîre 3 meh û nîv ducanî de destur hatibana dayîn ku kurtaj bike niha ev bûyer çêne dibûn.
'Cînayetên jinan, rêbazek ya ceza kirina jinane'
Girêdayî mijarê Koordînatora Navenda Şêwirmendya Jinan ya Barjîn Amara Rihan İnan Kayhan diyar kir ku têgiha "namusê" bi hezaran sale ji aliyê pergala deshilatiya mêr ve hatiye bingeh girtin û bi vî rengî rol hatiye dayîna jinan. Rihan da zanîn ku dema ku jin li gorî rolê ji aliyê wê hişmendiyê ve hatî diyar kirin tevnegerin jinan qetil dikin û cînayetên jinan weke rêbazek ya cezadayînê nirxand û got: "Em dikarîn vî cezayî jî weke hevpar kirina cînayetan binirxînin. Di nava civakên bi vî awayî de biriyar di destê eşîretan dene û ev biryar jî her dem li dijî minanin."
'Hacîre hêj zarokek xwendekara dibistana Amadeyibû'
Rihan destnîşan kir ku bitaybetî li herêma Rihayê hişmendiya serdestiya mêran serdeste û hema her roj bi navê "namûsê" jin tên qetl kirin. Rihan diyar kir ku di civakên hişmendiya mêr deshilat de jin û bedena jinan ayîdê mêrane û got: "Li vêderê cardin jin dikeve asta duyemîn de. Jin weke namûsa mêran tê dîtin." Rihan girêdayî bûyera Hacîre jî wiha domand: "Li gorî ku Hacîre hêj xwendekara dibistanan Amadeyîbû, ji ber sedemên aboriyê ji bo kar şandin Serê Kaniyê. Li wê ev bûyer jiyan kir û ji ber rolên civakî biryarek wiha tirajîk hat girtin."
'Qir kirina jinan şerma civakêye'
Rihan bal kişand li ser bêçare kirin û kuştina jinan û got: "Qirkirina jinan ne tenê şerma malbatêye, şerma hemû civakêye." Rihan destnîşan kir ku di civakekî qirkirina jinan û cînayet têde heyî de diyare ku sebebê van jî hene û got: "Pergala ku bi hişmendiya deshilatiya mêran hatî ava kirin bi awayekî hiyaraşîk çand û nirxê wê hatî honandin. Her dem her tiştên girêdayî civakê li gorî xwe çêdikin, teşe didinê û ev jî sedemeke sereke yê qirkirina jinane. Di heman demê de di navandên civakî yên ku jin û mêr bi hev re nikarin bikevinê qirkirinên jinan pêk tên. Ev nêzîkatî bingiha xwe ji baweriyên ol û çandê digirin."
Rihan diyar kir ku li hemberî qirkirinên jinan tu zagon nîne û li emberî qetilkirinên jinan ewlehiya pêwîst nayê girtin. Rihan da zanîn ku ew weke Navanda Şêwirmandiya Jinan dê vê bûyerê û hemû bûyerên girêdayî qirkirinên jinan bişopînin.
(zt/
