'Şoreşa Rojava encama keda Viyan Soran û Şehîdan e'

14:02

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Endama kordîneyona Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê diyar kir ku şoreşa îro li Rojava bingeha xwe ji berxwedana demdirêj ya Viyan Soran û hemû şehîdên azadiyê girtiye û xwe dispêre mîrasa 30 sal ji tekoşînê azadiyê.


Derbarê salvegera şehadeta Gêrilaya PKK'ê Viyan Soran a ku di 2'ê sibata 2006'an de bi armanca balê bişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan agir berdabû bedena xwe, Endama Kordînesyona Tevgera Jina ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê axivî


Serêkaniyê da zanîn ku Şoreşa îro li Rojava tê jiyan dan bingeha xwe ya cewherî ji berxwedan û tekoşîna demdirêj a Viyan Soran û hemû şehîdên Azadiyê girtiye û li ser esasê wê îro mezin dibe. Dicle Serêkaniyê got ku Viyan Soran ku 8 sal berê agir berdabû benena xwe bû sembola jina fedekar û berxwedêr ku ji bo azadiyê xwe feda kir û wiha pêde çû:''Viyan bi çalakiya xwe karîbû li dijî hemû qeyd û çemberên li derdora azadiyê bişkîne û bibe mînaka jina azad a berxwedêr ku li ser bingeha netewa demokratîk li berxwe da.''


'Şoreşa li Rojava berdewama xeta wane'


Derbarê şoreşa îro li Rojava Dicle Serêkaniyê tekez kir ku şoreşa heyî ya Rojava bingeha xwe ji tekoşîn û berxwedana demdirêj a Viyan Soran û hemû berxwedêrên Rojava girtiye û wiha dom kir:'' Rêveberiya xweseriya demokratîk ku îro li Rojava pêk tê bingeha xwe ji mîrasê berxwedana Viyan û hemû tekoşerên Azadiyê ku jiyana xwe jidest dane hatiye avakirin. Pêkhateyên Rojava îro rêveberiyên xwe li 3 herêman damezirandine û îradeya xwe bi xwe birêve dibin. Bi rastî ev destkeftî hêza xwe ji felsefeya neteweya demokratî digre.''


'Jinan pêşengiya Şroeşê dikin'


Li ser rola jinan di nava şoreşa Rojava de Dicle Serêkaniyê da zanîn ku jinên Rojava pêşengiya şoreşa Rojava dikin û wiha dom kir:'' Bi rastî geşbûna şoreşa li Rojava bi pêşketina xebatên jinan û berxwedana wan geş bû ye. Jinan karîbûn di nava hemû qadên xebatê de cihê xwe bigrin û pêşengiyê bikin. Jinan bingeha xwe ya tevlîbûna Şoreşê ji mîrasê 30 salî ya tekoşîna jinan a ji azadiyê girtiye. Jinan destkefityên mezin bidestxistin û karîbûn xwe baş birêxistin bikin, her wiha gavên mezin li ser riya rêveberiya xweseriya demokratîk avêtin. Jinan di qadên şer de jî parastin kir û gelek jinên Rojava şehîd bûne.''


'Rêveberî bersiva raste'


Li ser rêveberiya xweseriya demokratîk Dicle Serêkaniyiê diyar kir ku pêkhateyên Rojava bi avakirina rêveberiyên xwe karîbûn bersiva rast bidin hemû hewldan û êrîşên li dijî gelê kurd û pêkhateyên herêmê û got:'' Rêveberiya xweriya demokratîk gaveke pîroz û erênî ya dîrokiye ku pêkhateyên herêmê kirine.''


Dicile Serêkaniyê  da zanîn ku îro di nava rêveberiyên Rojava de jinên hemû pêkhateyan nûnertiya xwe dikin û di hemû xebatên heyî de cihê xwe digirin û got: ''Îro jinên ku di rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava de cihê xwe digre bi keda jinan bi xwe pêk hatiye. Jin Rojava dê hewl bidin ku jinên hemû cîhanê karibin azad bijîn û cihê xwe di nava hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigrin.''


'Jina Rojava bû mînaka Rojhilata Navîn'


Li ser pirsa ku li Rojava jin bûye Seroka kantonê Dicle Serêkaniyê got ku di dîroka Rojhilata Navîn de yekem ceare jina dibin Seroka herêmekê û wiha dom kir:''Li Rojhilata Navîn ev yekem care ku jinek serokatiya herêmekê dike, Ev yek asta berxwedan û xebatên jina Rojava diyar dike. Bi rastî ev destkeftiyên berxwedana demdirêj a jinên Rojava ye. Em Hevala xwe Hêvî Îbrehîm ku bûye Seroka herêma Efrînê silav dikin û rêveberiyê lê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Hevalên me yên jin ku di rêveberiyan de cihê xwe girtine li gorî hêvî û daxwazên jinan bin û em hêvî dikin ku di xebatên xwe de bi serkevin.''


Dicle Serêkaniyê da zanîn ku rêxistina wan Yekîtiya Star dê xebatên xwe yên rêxistinkirina jinan dewam bikin û di rojên pêş de dê ji bo pêşxistina xebatên rêveberiya xweseriya demokratîk û bingeha netewa demokratîk de tevbigerin û got: ''pêwîste hemû jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê li ser bingeha netewa Demokratîk de xwe pêş bixin. Em soz didin ku em ê ji niha û pê ve jî rola pêşeng a pêşxistina jinan de bilîzin.''


'Xebatên jinan ên hevbeş dê hemû planan vala derbixin'


Derbarê Hemleya YJA'yê ya bi diurşmeya '' BI jina azad ber bi netewa demokratîk ve'' Dicle Serêkaniyê destnîşan kir ku hemû çalkî û xebatên jinan dê bibe bingegha hêzkirina neteweya demokratîk û got:'' Em wekî Yekîtiya Star me cihê xwe di nava kampanyê de girt û me li ser bingehê wê hemû xebatên xwe yên di vê demê de meşand. Lê carde jî dê hemû xebatên me û jinên Rojava ji bo pêşxistina neteweya demokratîk bin.''


Serêkaniyê bang li hemû jin û ciwanan kir ku tevlî xebatên jinan ên ji bo neteweya demokratîk bibin û got ku dê di meha sibatê de asta xebat û çalakiyên xwe zêde û bilind bikin û wiha dawî li axaftinên xwe anî:'' Ez di wê baweriyê de me ku tekoşîn û xebatên jinan ên hevbeş dê hemû planên li dijî herêmê vala derbixin.''


(ie/pk)