Di 9'ê sibatê Foruma Mezin ya Jinan

16:26

 


JINHA


STENBOL - Ji bo hilbijartinan bi hêjmaran roj man. Navanda Piştevaniya Jinan a Stenbolê bi boneya  nirxandinên hilbijartinên herêmî li Stnbolê Foruma Mezin ya Jinan amade dikin. ÎKD'ê bang li hemû jinan kirin û gotin: "Em weke jin, dê li xwe, keda û bedena xwe xwedî derkevin. Em dibêjin 'Gotin a meye, Bajar ê me ye.' Emê di Foruma Mezin ya Jinan de hev bibînin."


Navenda Piştevaniya Jinan ya Stenbolê (ÎKD) girêdayî hilbijartinên herêmî daxwiyaniyek dan. Girêdayî helbijartinan nêrîna jinan çiye? Weke jin di nav de cîh girtin û bilind kirina tekoşîna jinan roja 9'ê sibatê li Navanda Çanda Bajêr ya Şîşliyê Forma Jinan çêdibe. İKD'ê gotin: "Em nêrîna hikumeta AKP'ê ya li jinan dizanîn. Ji bo jinan cihên jiyanê navekin. Jinan di malan de hepis dikin. Biryar didin ku jin çend zarokan bînin. Di civakê de newekheviya me jinan diparêzin. Ji derveyî fermiyetê-ne dibin ewlehiyê de-di bin derîncan de jinan dixebitînin. Li gel van di otobûsan de tên tecawîz kirin. Ji aliyê hevserê xwe ve şidet li wan tên kirin. Ji ber dixwazin bên berdan li kolanan tên kuştin. Bêmaf tên hiştin. Di nava xwezayê, tax û meyîdanan de petron pêşkêşiyê dikin. Li hember piyase kirina zanîngehan. Li gorî van hemûyan jî di tekoşîna Geziyê de jinan di pêş de cih girtin. Ji bo em weke jin li xwe ked û bedena xwe xwedî derkevin. Bi kinasî ji bo hemû jin li cihêkê bên ba hev. Em dibêjin 'Gotin ya meye, Bajar yê meye.' Emê di Foruma Mazin ya Jinan de hev bibînin." Bi vê bûneyê bang li hemû jinan kirin.


(zt)