Salê carekê muayineya pêsînan ji bîr nekin!

12:17

Tekoşîn Tekîn/ JINHA

AMED - Di tevahiya cîhanê de penceşêra pêsîran di rêjeyekî bilind deye. Ji her 8 jinan yek jê di pêvajoyek ya temenê xwe de restî penceşêra pêisîran tên. Pisporê Radyasyana Onkoloji yê Dr. Ozgur Ozan Şeşeogulari diyar kir ku divê di Tirkiyê de jinên ku temenê wan ser 40 saliyê her du salan carekê mamografi bikişînin û got: "Hemû jinên ku temenê wan li ser 20 saliyê her sal carekê muayineya pêsîran bikin û dema ku gumanên wan çêbûn bila serî li bijîşkan bidin."

Di tevahiya cîhanê de piştî penceşêra kezebê pencezêra memikan (pêsîr) jî di rêjeyeke bilind deye. Ji her 8 jinan yek jê di pêvajoyek ya temenê xwe de rastî vê penceşêrê tên. Di encama lêkolînên ku hatine kirin de gelek sedemên vê cureye penceşêrê heye. Weke cureyên dinê yên penceşêrê sedemê sereke yê penceşêra memikan jî nayê zanîn. Li Amedê di nexweşxaneya Memorial de Pisporê Radyasyon Onkolojî Dr. Ozgur Ozan Şeşeogulari yê xizmet dike girêdayî penceşêra memikan agahiyên giring da. Ozgur da zanîn ku penceşêra memikan çawa derketiye holê û got: "Zêdebûnên ji derveyî qontrola hucreyan û ji cihê ku tê dîtin cuda dibin, tevlî lebetên dinê dibin û zêdebûna xwe berdewam dikin, dibin penceşêr. Di nava tevnê ku memik jê çêdibin de penceşêr çêdibe. Penceşêr li gorî beşên hucreyan tên cuda kirin."

'Di nava malbatê de penceşêra memikan ji yekê derbazî yên dinê jî dibe'
 
Ozgur destnîşan kir ku sedemek yê sereke yê penceşêra memikan nîne. Ozgur diyar kir ku di encama lêkolînan de hatiye dîtin dibe ku sedemên wê ji malbatê bê. Ozgur girêdayî mijarê got: "Yên ku bi diya wan yan jî xwişka wan re penceşêra memikan heyî. Ji beriya 12 saliyê adet bûyîn. 55 saliyê de ketina menepozê. Piştî temenê 30 saliyê ducanî bûn yan jî qet ducanî nebûn. Li gorî xebatên dawiyê penceşêra memikan di xetereyeke mezin deye." Ozgur diyar kir ku di memik yan jî bin çengan de kombûn, di serê memikan de hebûna herikînê, di kunên serê memikan de guherîn, di çermê memikan de perçiqîn, werimîn yan jî qurmiçîn, mezinbûn û guherîna şekilê wan evane tev dînaşnên penceşêra memikanin. Ozgur da zanîn ku bi taybetî jinên di herêmê de dereng serlêdan dikin, ev jî dibe sedema dereng budaxelekirinê.

'Divê jin her du salan carekê Mamografî bikêşin'

Ozgur destnîşan kir ku di Tirkiyê de divê jinên ku temenên wan li ser 40 saliyê her du salan carekê mamografi bikêşin û got: "Divê mamografi bi du awayên cuda bên girtin û ji aliyê du radyologên cuda ve cuda bê lêkolîn kirin. Ji derveyî vê hemû jinên temenê wan li ser 20 saliyê salê carekê maineya memikan bigirin. Dema ku girêyek bi guman dîtin hema serî li bijîşkan bidin." Ozgur diyar kir ku dibe gelek dermankirinên penceşêra memikan bi hev re bên kirin. Ozgur da zanîn ku derman kirinên weke Kemoterapi, Radyoterapi, Hormonoterapi bi vî awayî di sê astan de bên derman kirin. Ozgur girêdayî sê satên dermankirinê ev agahî dan:

"Kemoterapi ji bo tune kirina hinek hucreyên tumorê hinek derman tên tevlî hev kirin û 3 hefteyan tê kar anîn. Ev carnan 4 û carnan jî 6 astên derman kirinê tên pilan kirin. Radyoterapi jî di dema emelyata girtina memikan de yan jî memik neyên rakirin di emelyat kirinê de ji bo parastina cihên din yê memik kar dike. Harmonaterapi tumor ji ber di hucreyan de hebûna ostrojen û progesteron reseptor û kêm kirina bandora ostrojen hormonan 5 salan dermanan dixebitînin.

'Penceşêra memikan bi dayîkan re travmayan çêdike'

Ozgur da zanîn ku penceşêra memikan bi jinan re travmayan çê dikin. Ozgur destnîşan kir ku ji ber jin şîr didin zarokan, bi tirsa êdî nikarin zarokan biwelidînin yan jî şîr nedin zaroka xwe, hestên dayîkbûnê li hemberî zaroka xwe wenda bike prsgirêkên derunî yên cidî dijîn.

(zt)