Karsaza jina ciwan ya bi bawer kirinê biser ketî: Dîdar Avci Turk
14:50
Derya Ceylan / JINHA
AMED - Di nava serdestiya hişmendiya mêran ya ku karsaziyê weke karê mêran dibîn de jina serkefî ya Seroka Hewildanên Jinan ya Amedê TOBB'ê Dîdar Avci Turk diray kir ku piştî wendakirina bavê xwe ew neçar maye di nava kar de cîh girtiye û got: "Di derbarê jiyana kar de tu fikirên min nebûn, hema carekê min xwe di nava jiyana kar de dît. Li gorî gelek zoriyên min jiyan kirîn, min xwe paşde nekişand. Ew pirsgirêka bê baweriya mirovan ya li hemberî jinan min şikand û niha weke jinekî serkeftî ez riya xwe berdewam dikim."
Ji derveyî rolê dayîkbûnê û xanimbûna malan yê ku civakê dayîn jinan, jinan karîne di gelek karên weke bazirganî û sektoran de bixebitin û îmza avêtine binê gelek serkeftinan. Li hemberî rolê zayenda civakî yê polîtîk û aboriyê jinan bi serkeftinên xwe teşeyek nû dane hişmendiya mêran ya di jiyana aboriyê de. Seroka Hewildana Jinan ya Amedê TOBB Dîdar Avci Turk ya bavê wê di nava jiyana aboriyê debû û piştî mirina bavê xwe ew tevlî jiyana aboriyê bû. Didar da zanîn ku dema Zanîngiha Başkent ê ya Enqerê dixwend bavê xwe wenda kir. Dîdar destnîşan kir ku di dema wenda kirina bavê xwe de ew li dayîka xwe û herdu xweişkên xwe xwedî derketiye û bi tena serê xwe tekoşîn dida û got: "Dema ku bavê min mir malbata me dê çî karî bikin ne dizanîn. Bazirganiya belav kirina run hebû. Me run bar dikir , lê ew run çawan tê firotin min ne dizanî. Bi mirina bavê xwe re min xwe dinava van karan de dît."
'Karê runê karê mêran nîne'
Dîdar diyar kir ku piştî mirina bavê xwe ew neçar maye li dayîka xwe û herdu xwişkên xwe binêre û biryar da ku ji bo malbata xwe tekoşîn bike. Dîdar da zanîn ku girêdayî karê runê karsazên mêr yên Amedê ji wê re gotinên weke: "Dev ji vî karî berda tu nikarê, tu dê bin bikevê û bêhal bikevê" digotin. Didar destnîşan kir ku karê runê weke karê mêran dihat dîtin û got: "Min biryar da hem ez dibistana xwe berdewam bikim û hem jî vî karî bikim." Dîdar diyar kir ku dema dest bi kar kiriye 21 salî bûye.
'Di nava 24 karsazên mêr de bûm yekem'
Dîdar da zanîn ku di sala 2007'an de dest bi kar kir, di nava 3 salan de karê xwe pir mezin kir. Dîdar destnîşan kir ku di salên 2009 û 2010'an de li Tirkiye yê di nava 24 karsazên mêr de di aliyê firotin û dilxweşkirina bikiran de bûye yekem. Dîdar diyar kir ku ji sala 2010'an û şunda pir baş karê xwe dike. Dîdar da zanîn ku wê di sala 2012'an de karê runê berdaye û biryar da ku karê jê hezdike bike. Dîdar destnîşan kir ku wê Dibistana Dayîkê vekir. Dîdar diyar kir ku piştî siteyên pîşesaziyê bi zarokan re mijulbûn karekî pir wê dilxweş dikir. Dîdar da zanîn ku di hindirê zarokan de kîn û nefret nîne, zarok bi hêz û enerjîne.
'Bi jinên karsaz re peywendiya xwe bihêz kir'
Dîdar destnîşan kir ku li gel hevserê xwe bi hev er di sala 2012'an de dest bi xebata sektorên maden û mobilya yê kirin. Dîdar diyar kir ku di heman demê de ew ji bo Serokatiya Desteya Hewildanên Jinan ya Amedê hat hilbijartin. Dîdar da zanîn ku ew bi jinên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re hat gel hev, piraniya wan karsazên jin diyar kirin ku di her aliyîde dê piştevaniyê bikin û perwerdê bidin. Dîdar destnîşan kir ku jin dê piştevaniya hev bikin, bi jinên karsaz re dê peywendiya xwe bihêz bike.
'Êdî li her derê jinên karsaz hene'
Dîdar bal kişand li ser zayendiya civakî û got: "Jin bûyîn li her derê pir zore. Ji bo jinan divê ji sifrê despê bike. Kurê min tu bike, keça min tu neke gunehe." Dîdar diyar kir ku zarokên keç dibin tundiyê de mezin dibin. Dîdar da zanîn ku her kes nabin xwedî heman şansî. Dîdar destnîşan kir ku Jin bûyîn di nava jiyana kar de bi hemû nerêniyên xwe ve xwe dayîna jiyandin pir zore û got: "Jin di banqeyan de kirêdiyê nikarin bikêşin, Ji ber kêmtir bi jinan bawerî tînin û bi vî awayî ditirsin." Dîdar diyar kir ku sedemê van kirinan jî ji bo jinan di jiyana kar de zu bêxin û jin jî xwe paşde bikişînin. Dîdar da zanîn ku divê fikrên nerênî yên li hemberî jinan bên hilweşandin. Dîdar destnîşan kir ku êdî jinên karsaz hene.
'Di jiyana kar de jin hêj zêdetir bi cesaretin'
Dîdar diyar kir ku jin tenê bi kirina esnaf tiyê sînur neman êdî sazîbûyîn û jinên ku fabrîqeyan jî vedikin hene û got: "Li gorî her tiştî jî niha jin zêdetir bi cesaretin. Bûyîna modela rol pir giringe." Dîdar da zanîn ku divê jinên di nava jiyana kar de jinên serkeftî mînak bigirin. Dîdar destnîşan kir ku divê jin bên handan û piştevayiya wan bê kirin û got: "Heger em vê bikin dê jin zêdetir di nava jiyana kar de cîh bigirin. Emê gelek tiştan jin bi hev re bişikênin. Hêj zêdetir bilindbûna me bawer dikim."
'Biryara herî xirab ji bê biryerbûnê baştire'
Dîdar diyar kir ku divê jin bi tu awayî nekevin û netirsin û got: "Heta îro min her karê ku kiriye bawer kiriye. Bawerkirin nîvga serketinêye. Biryara herî xirab ji bê biryarbûnê baştire." Dîdar da zanîn ku divê bê biryarbûna jinan li aliyekê bêhiştin û bi cesaret tevbigerin. Dîdar destnîşan kir ku ji bo handan û piştevaniya jinan ya di jayana kar de rolekî giring dikeve li ser milê jinên karsaz û got: "Emê di piştevaniyê de bibin modela rol. Jiyan kirin û hemû zanînên xwe emê ji jinan re vebêjin."
(zt)

