Selis: Bi vî gunehî ve çend kes dijîn
16:02
JINHA
AMED - Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Selîsê a Amedê bertek nîşanî zêdebûna qirkirina jinan dan û gotin: "Weke Fragmanên diziyan yên em li ser ekranan dibînin tên dîtin. Paşê jî her kes jiyana xwe ji cihê mayî berdewam dikin. Li gorî gotinekê dibêje 'Mirov jibîrneke nikare bijîn' lê bi vî gunehî ve çend kes dijîn."
Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Selîsê a Amedê girêdayî zêdebûna qir kirinên li ser jinan daxwiyaniyek nivîskî weşandin. Di daxwiyaniyê de hat diyar kirin ku em her roj bi nûçeyên qetl kirinên çend jinan ji xwe radibin û gotin: "Weke fragmanên diziyan yên em li ser ekranan dibînin tên dîtin. Paşê jî her kes li cihê mayî jiyana xwe berdewam dikin. Li gorî gatinekê dibêje 'Mirov ji bîr nekin nikarin bijîn' lê çend kes tevlî vî gunehî bûne em na nirxînin. Pergal mesaca yê bihêz dê di jiyanê de bimîne dide, ewqas bihês hişê me dixebitîne statu û hêrsa me li ser hemû nirxan digire û her dem em ji wan re şiyarin."
'Em kengê ji xwe biyanîbûne?'
Di daxwiyaniyê de hat zanîn ku şidat weke parçeyek ji jiyanê tê dîtin û wiha domand: "Mubarek Turan ceyran danê û qetl kirin. Ji ber bê ewlehiyê ji malên sitargihan digirin, H. G. 8 mehan ducanî ji bîra 20 metre kur hat derxistin. Dayîka zarokekê Qedera 14 salî bi derba tifengê di oda xwe de kuştî hat dîtin. Ummuhan dayîka 2 zarokan ji ber hes kir ji aliyê hevserê xwe yê polîs ve hat qetil kirin. Bi hincetên jê hesidîne qetil kirina jinan têrnake. Em kengê evqas ji xwe û kesên dinê biyanî bûne?"
'Rolên ku koka şidatê diyar dikin hene'
Di daxwiyaniyê de hat destnîşan kirin ku koka şidetê di dîrokê de ji ber cudahiya me ya biyolojîk em hatine perçiqandin û wiha pêdeçu: "Cudabûna zayendî weke encamekî xwezayî me dizanî lê di rastiyê de di pêvajoyên dîrokê yên diyarkirî de li gorî têgihên normatif çêbûne. Li gorî hişmendiya rêvebiriya her sed salê teşe girtiye, veguherîna çanda îro em dijîne.
Di dîroka deshilatiyên rejîmê de mafê jinan yê civakî û siyasî ji des wan hatiye girtin. Li gorî polîtîqayên deshilatiya îro jî jin bi rolên dayîktî û erkên welidandinê hatine paş xistin. Polîtîqayên li piş van disekinin weke di malan di hepis kirina jinan. Pergal dema ku van kirinan dikin weke ku parçeyek xwezayiye yan jî îlahiye bi me didin têgihandin."
'Pêdivî bi têgihên ku pênaseya mirovan dikin hene'
Di daxwiyaniyê de bal hat kişandina li ser ne wekheviya jin û mêran û wiha hat gotin: "Di navendên tekoşîna jinan de bi qasî jinan pêdivî bi veguherîna mêran jî heye. Demokratîk, wekhevî û azadî divê li ser wan bên rawestandin û bên têgihandin. Ya ku hun dibînin û dijîn ne despêkirina fragmanên diziyanin, li ser rêyan, li kolanan û li nava bajaran dur ditina û ji nedîtî ve lê nêrîna wan divê bê bawer kirin."
(zt)
