Viyan Soran li Rojava û Sûriyê hate bibîranîn

17:23

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya xebatên piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de gerîlaya PKK`ê Viyan Soran li kantonên Cezîrê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê hate bibîr anîn.


Di çarçoveya xebatên piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ya bi durişma "Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve" rêxistinên jinan li Rojavayê Kuristanê û Sûriyê 8’emîn salvegera şehdeta gerîlaya PKK`ê Viyan Soran li herêmên Dirbêsiyê, Amûdê û Efrînê yên Rojvayê Kurisanê û li bajarên Sûriyê Şam û Helebê jî bibîr anîn.


Dirbêsiyê


Li gundê Etşan ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi vê armancê civînek lidar xist. Civîna ku bi dehan jinên gund beşdar bûn bi deqeyk rêzgirtinê dest pê kir. Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Avaşîn Botan derbarê jiyan û têkoşîna Viyan Soran de axivî. Botan da zanîn ku Viyan Soran li hember komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan laşê xwe da ber agir. Civîn bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.


Amûdê


Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Amûdê ji bo bîranîna salvegera şehadeta têkoşera Kurd Viyan Soran civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya bi dehan jinên bajêr li Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan hate lidar xistin. Endama kordînasyona Yekîtiya Star Rûken Cûdî di civînê de derbarê jiyan û têkoşîna Viyan Soran de axivî. Piştî axaftinê nameya Viyan Soran a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nivîsîbû hate xwendin. 


Meclisa Gel a bajarê Amûdê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek weşend, di daxuyaniya ku li pêşiya Navenda Zanist û perwereya Jinan hate xwendin de Viyan Soran û hemû şehîdên şoreşê hatin bibîr anîn.


Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi heman armancê li navenda tevgerê sînevizyona derbarê jiyan û têkoşîna Viyan Soran de da pêşan dan.


Efrîn


Li bajarê Efrînê jî rêxistina Yekîtiya Star ji bo bîranîna têkoşera Kurd Viyan Soran civînek lidar xist, di civîna ku bi sedan jinên bajêr beşdar bûn de nameya Viyan Soran a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nivîsîbû hate xwendin.


Endama kordînasyona Yekîtiya Star Çîçek Diyar di civînê de derbarê wateya çalakiya şoreşgerî ya têkoşera Kurd Viyan Soran de axivî û da zanîn ku Viyan Soran, Zîlan, Şîlan, Şêrîn û hemû têkoşerên jin nîşana berxwedan û fedakatiya jinên Kurd in.


Şam


Li taxa Zorava ya bajarê Şamê jî bi dehan jinên Kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Osman Sebrî civînek lidar xistin û Viyan Soran bibîr anîn.


Endama kordînasyona Yekîtiya Star Şervîn Cûdî di civînê de derbarê jiyan û têkoşîna Viyan Soran de axivî. Paşê sînevizyona derbarê jiyan Viyana Soran û axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hate pêşandan.


Heleb


Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê jî bi heman armancê civîn lidar xistin. Di civînên ku bi dehan jinên taxan beşdar bûn de nameya Viyan Soran a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nivîsîbû hate xwendin.


Di civîna taxa Eşrefiyê ku li Mala Gel a taxê hate lidar xistin de endama rêvebirya TEV-DEM`ê Binefş Şahîn axivî û têkoşera Kurd Viyan Soran û hemû şehîdên şoreşê bibîr anîn.


Di civîna taxa Şêxmeqsûdê de endama rêvebirya TEV-DEM`ê Gulan Kawa axivî û da zanîn ku Viyan Soran li dijî Zulma li ser gelê Kurd çalakiyan xwe pêk anye. Jinên beşdarî civînê bûne jî soz dan ku li ser rêya cangoriyên şoreşê têkoşîna xwe bilind bikin.


Tekoşera Kurd Viyan Soran li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye, di sala 1997’an de tevlî Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê bûye. Di 2’ê sibata 2006’an de bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.


(şh)