Utamara di 2014'an de 'Ji pereyê qelindê re na' dibêjin
14:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Hevdîtinan ya Utamara ya Jinan girêdayî jinan di serî de di navendên civakî û derunî de xebatan birêve dibin, kongireya xwe ya 8'emîn pêk anîn. Di sala 2014'an de bi duruşma 'Ji pereyê qelindê re na' dê dest bi xebatên xwe bikin.
Navenda Hevdîtinan ya Utamara ya Jinan ku navenda wê li Bajaroka Kasbach ya nêzî bajarê Bonn yê Elmanyayê ye Kongiraya xwe ya 8'emîn pêk anîn. Utamara kongireya xwe ya 8'emîn di kesayeta 3 jinên li Parîsê hatîn qetl kirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û hemû jinên di tekoşînê de çavên xwe li jiyanê gitine hat li darxistin. Axaftina vekirinê ji aliyê aktîvîsta Utamara Sultan Oger ve hat kirin. Sultan diyar kir ku wan sala 2013'an li ser hemû erdnîgariyan bi mînakên qirkirinên jinan li piş xwe hiştin. Sultan da zanîn ku herî zêde jin û zarok ji şidatê para xwe digirin. Di rêyên koçberiyê de herî zêde jin jiyana xwe ji dest didin. Sultan destnîşan kir ku jin bi feqîriyê re ru bi ru tên hiştin û bi mijokdariya zayendî tên mexdur kirin. Sultan diyar kir ku li Tirkiye û herêmê qirkirina jinan weke polîtîqayekê tê sepandin. Sultan da zanîn ku li hemberî van xetereyan divê rêxistinbûn û yek girtina jinan bê xurt kirin.
'Şidet ne qedera meye, bila jin hînî bi hev re jiyan kirinê bibin'
Piştî axaftina vekirinê, rapora salekê ya xebatên navandê hat xwendin. Di kongireyê de pirsgirêkên jinan hatin nirxandin. Di kongireyê de hat pêşiniyar kirin ku Utamara weke şax xebatên xwe bidomîne. Biryar hat girtin ku ji bo zarokan li herêmekî fereh festîfalek ya zarokan bê li dar xistin. Li gorî biryarên ku di kongireyê de hatin girtin. Di sala 2014'an de xebatên navendê yên weke di 25'ê Mijdara 2013'an de starta wê hatî dayîn dê qampanye ya "Ji pereyê qelind re na" bê dayîn. Girêdayî qampanye yê di serî de li Navenda Hevdîtinan ya Utamara ya Jinan û li gelek cihên cuda yên Elmanya xebatên ava kirina hişmendiya wê bên kirin.
Navenda ku ji sala 2006'an hatî ava kirin heta niha ji bo jinan gelek piştevanî, çalakiyên civakî û di qampan de ji bo jinên koçber xizmet kiriye. Navenda Hevdîtinan ya Jinan ya Utamara di sala 2009'an de girêdayî şideta li ser jinan starta gelek projeyên giring daye. Projeyên weke "Şidet ne qedera meye, jin hînî bi hev er jiyan kirinê dibin" 3 mehan domand. Di tebaxa 2012'an de di encama projeya 25'ê Mijdarê Girêdayî Şideta li ser Jinan weke Roja Tekoşînê raporek bi raya giştî re parve kirin.
(zt)
