Bêdadiya darazê jinan dikuje!

14:01

Mizgîn Tabu/JINHA

AMED - Di tevahiya cîhanê de her ku diçe qir kirinên jinan zêde dibin. Li Tirkiye yê ji sedî 30'ê jinan ji ber dixwazin bên berdan tên qetl kirin. Parêzer Rahşan Bataray diyar kir ku ji bo zêdebûna qirkirinên jinan daraz jî rolekî giring di lîze û got: "Di dosiye yên berdanê de helwesta dadger û dadgehê jî pir bi bandor dibe. Hinek dadger jî şideta ku jin dibînin pir ji rêzê dibînin û jinan kêm dibînin. Her wiha alîgiriya tundiya li ser jinan dikin."

Girêdeyî şideta li ser jinan ya di nava malbatê de ku di  tevahiya cîhanê de tê dîtin, li Tirkiyê jî weke pirsgirêka sereke li benda çareseriyê ye. Di sala 2013'an de ji sedî 30 cînayetên jinan ji ber berdan xwestine hatine qetl kirin. Wezîra berê ya polîtîqayên civakî û malbatê Fatma Şahîn ji cînayetên jinan ji nedîtî ve didît. Li bajarên pilot odeyên îqnayê digotin 'Emê 20 hezar zewiciyan azad bikin.' Lê ne odeyên îqnayê, ne bang û ne jî biryarên parastinê têr nake. Di mijara tekoşîn kirina ji bo vê pirsgirêka giring weke hemû cîhanê li Tirkiye yê jî bi salane jin tekoşînê dikin.

'Berdan zêde dibin'
  
Li Tirkiye yê pirsgirêka herî mezin û di serî de tê pirsgirêka berdanêye. Li ser zêdebûna berdanê ya di Tirkiye û herêmê de Endama Desteya Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê û Berpirsa Qomisyona Hiqûqê Parêzer Rahşan Bataray got: "Dema alî ji bo berdanê serî li parêzeran didin, em jî di despêkê de bingehê pirsgirêkê lêkolîn dikin. Ji ber pirsgirêk girêdayî hiqûqa malbatêye. Em piştevaniya hiqûqî didin malbatê. Despêkê ji cihê ku fikira berdanê despê kiriye despê dikîn. tiştên ku herdu cotan ber bi cihên cuda ve dikêşe, em di van aliyan de piştevaniyê didin. Dema ji bo hejandin û belav kirina malbatê difikirin, heger şidet yan jî mijarên cuda hene di mijara berdanê de em piştevaniya hiqûqî didin."

'Jin êdî weke berê sazûnaniya malbata kilasîk na pejirînin'
 
Rahşan da zanîn ku bi zêdebûna komeleyên jinan, di encama xebat û tekoşîna jinan de bi jinan re hişmendiya maf pêşxist. Rahşan destnîşan kir ku jinên di aliyê aborî de xweseriya xwe bidest xistine kêmin û got: "Bi salane tundî, şidet û li hember hemû heqareta mêran serî tewandine. Dema ku hinek hişmendiya maf têgihiştin, di wan de xweseriya cewherî pêş dikeve. Di nava jinên ku di xebitin de berdan zêdetir dibe. Ev jî girêdayî ne guhertina têkiliyên di hindirê malbatê de nin."

'Pergala darazê cînayetên jinan zêde dike'

Rahşan diyar kir ku di cînayetên jinan de rola darazê pîr heye û got: "Bi qasî tê xwestin jin nayên parastin û piştevaniya wan nayê kirin. Di dosye yên berdanê de helwesta dadgehê û dadger pir giringe. Li ser jinan tundiya derunî tê kirin. Ji wan pirsên weke çima te van kincan li xwe kiriye, çima çuyê vî cihî, çima tu mesacan dişînê? tên pirsîn. Bi gotinên bi vî awayî li ser wan tundî dikin û bi vî awayî hewil didin ku jinan ji fikirên berdanê durbixin. ji ber van nêzîkatiyan jin xwe bêçare hîs dikin û doza xwe ya berdanê paşde dikêşin. Cardin dikeve hindirê wê şidetê û dibe mexdurê şidetê."

'Divê jin mafên xwe yên hiqûqî bizanin'

Rahşan di dawiyê de da zanîn ku jinên ku rastî şidetê tên divê mafê hiqûqî binasin û got: "Dema ku jin rastî şidetê bên bizanin çîbikin pir giringe. Dema ku jin rastî şidet û heqaretê hatin û nezanin çî bikin bila serî li me bidin. Komeleyên me yên jinan, İHD û li ger wan jî Baroya Alîkariya Edlî û Navendên Jinan hene. Heger serî li van cihan bidin, bê goman dê agahiyên pêwîst bigirin. Dê piştevaniya hiqûqî ji bo wan bên kirin."

(zt)