Hejmara 5'emîn a Bultena KEİG derket

15:55


JINHA

STENBOL - Platforma Hewldan Ked û Cihkirina Jinan bi Bultena KEİG ya weşana du mehan hejmara 5'emîn derket.

Platforma Hewldana Ked û Cihkirina Jinan bi Bultena KEİG ya weşana du mehan hejmara 5'emîn derket. Bultena KEİG di hêjmara xwe ya dawiyê de cîh dabû hilbijartinên herêmî û daxwazên jinan yên ji bo namzetiyê. Her wiha taybetî jî li ser daxwazên jinan yên ji bo mafên wan yên kreşê rawestiyabû. Bi tevlîbûna endamên platforma karên kreşan yên Enqerê, saziyên civaki yên sivîl û saziyên cemawerî civînek hat li darxistin. Endamên rêxistina KEİG yên Riha, Amed, Çeneqale, İzmir, Edene û navendên dinê girêdayî mijarê xebatên helbijartinên herêmî û nêrîna li zarokan û xizmeta perwerdehiyê bi kite kit cîh digirin.

Mijara cudahiya li jinan ya TRT'ê hat dest girtin

Di rojevê de çî hebû? Di beşên TRT'ê cudahiya jinan û nûçeyên girêdayî işdeta polîsan ya li ser jinên rojnameger cîh girtin. Di KEİG'ê ya beşa navên nûçeyan de, endamên platforma BEKEV'ê xebatên berendama keyatiyê Nefize Selçuk vedibêje. Li Mamakê taxa General Zeki Dogan keya Nurhayat Farimaz jî di nava taxê de ji bo jinan kreş vekiriye xebatên xwe vedibêje û dibêje: "Weke ku zarok tenê dibin berpirsyariya dayîka xwe denin." Weke dinê di Bultenê de endamên KEİG çavdêriyên xwe yên di derbarê CEDAW û amadekariyê civînê de vedibêje. Di beşa gotubêjan de endamên platformê yên li Enqereyê ava kirina Komeleya Cîhkirin û Perwerdeya Jinan KEİD'ê û xebatên wan endamên komeleyê vedibêjin.

(zt)