Yekîtiya Star meha sibatê rêzeçalakiyan lidar dixe

17:07

 


JINHA


SERÊKANIYÊ- Komîteya amadekar a çalakiyên rêxistina Yekîtiya Star li herêma Serêkaniyê bernameya çalakiyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan hatin eşkerekirin.meha sibatê.


Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Serêkaniyê di çarçovaya xebatên piştgiriya kampaniyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de dê di meha sibatê de rêzeçalakiyan lidar bixe. Komîteya amadekar diyar kir ku ew ê di meha sibatê de bi rasthatina 8`emîn salvegera şehadeta têkoşera Kurd Viyan Soran û rasthatina salvegera komploya navnetewî ya li dijî rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan rêze çalakiyan lidar bixe, bernameya rêzeçalakiyên Yekîtiya Star wiha ye:


Roja 5`ê sibatê  derbarê jiyan û têkoşîna Viyan Soran de sînevizyon dê bê pêşandan.


Roja 8`ê sibatê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger dê meşeke bi meşele li bajarê Serêkaniyê lidar bixe.


Roja 12`ê sibatê bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan xwepşandan dê bê lidar xistin.


Roja 15`ê sibatê xwe pêşandeke navendî dê bê lidar xistin, xwepêşandan li pêşiya Navenda Meclîsa Gel dest pê dike û li stada Şehîd Rustem Cûdî bi dawî dibe.


(şh/pk)