Colemêrgî ji bo tevlîbûna Meşa Botanê birê ketin
14:51
Çile
21
/ 2016
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pêşengiya DBP'ê ji bo piştevaniya Meşa Botanê welatî rêketin.
Bi pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ê ji bo tevlîbûna "Meş a Botanê" Colemêrgî rê ketin. Di navê de endamên DBP, HDP, KJA û Dayîkên Aştiyê jî heyî bi konvoyek ji 10 wesayîtan ketin rê. Welatiyên ku duh dema xwestin bi heman armancê ber bi Cizîrê ve bimeşin li Depînê ji aliyê polîsan ve hatibûn asteng kirin. Bi heman armancê carekdin birêketin.
(zyd/zt)
