Vegera jinan ya li cewherê xwe: Jineolojî

12:45

Eylem Daş /JINHA


STENBOL -  Pêşenga sîteya jineoloji.com Xelat Baysal diyar kir ku sîte hatiye rewşa akademiya zanistê ya jinan. Xelat da zanîn ku site ked, aborî, zayendî, malbat, etîk û estetîka jinan dike mijara xwe. Her wiha mijarên weke dîroka mêtîngeriya jinan û mekanîzmeya wê di eniya jinan de pergala heyî digire dest, dinirxîne û babetên rexne kirinê qazanc  dike.


Pirsgirêka herî bingehîn ya civakê ku pirsgirêka jinane bi her awayî digire dest. Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji bo jin weke beşek ya zanînê bê desgirtin û nirxandin zanista jineolojî pêşxistiye. Pirsgirêka jinan bi hişmendiyekî zayenditiya azad ji aliyê jinên kurd ve xwedî lê tê derketin. Gelo jineolojî çiye? Di despêkê de feminizim û dîroka tekoşîna jinan divê bê dast girtin û heta niha jinan di civakê de çî afirandiya, parsatiye sedemên wan bên pirsîn. Di van mijaran de çareserî bên dîtin. Di vê wateyê de divê jineolojî û feminizim dibin bandor û sinurên pergalê de nemînin. Bi perspektîfa jina azad dê bingihê pergala alternaltîf bê ava kirin.


Jin li hemberî dîroka mêtinteriyê serî radikin


Ji bo  zanista jineoloji yê ji aliyê hemû  jinan ve bê nasîn û hemû jin lê xwedî derkevin siteya jineoloji.com hat ava kirin. Pêşenga vê siteyê Xelat Baysal û  Sêwiranê siteyê  Ferhat Baysal sîte çawan tê parastin û zanista jineolojiyê çawa dê bê naskirin vegotin. Berpirsa siteyê Xelat destnîşan kir ku ev site hatiye rewşa akademiya zanistê. Xelat da zanîn ku site ked, aborî, zayendî, malbat, etîk û estetîka jinan dike mijara xwe. Her wiha mijarên weke dîroka mêtînger kirina jinan û mekanizmeya wan di eniya jinan de pergala heyî tê des girtin, nirxandin û babetên rexnekirinê pêş dikevin. 


Jineolojî tenê nakokiyên jin- mêran lêkolîn nake


Xelat diyar kir ku jineolojî zanista hebûna jinêye. Xelat bal kişand li ser bê bawerbûn, hesudî û bi her awayî hestên lewaziyê yên mêran û pênaseyên wan yên jin biçuk kirin, perçiqandinê û xwe mezin hesibandinê ew na pejirînin. Xelat da zanîn ku jineolojî li hemberî van nakokiyan hatiye ava kirin. Xelat destnîşan kir ku di heman demê de li hember nakoliyên weke efendi-kole, sipi-reş, kirde-bireser  û ji bo li hemberî van raweste pêdivî bi lêkolînekî giring, fikirîn û ji beriya her tiştî ji pêdivî bi xebatek  felsefîk ya kur heye.


‘Jineolojî feminizimê ji nava sinuran dir dixe’


Sêwiranê siteyê  Ferhat jî diyar kir ku ev site ji bo hebûna jinan, bi giştî peywendiya wan ya bi felserfê re û di nava pêvajoyên dîrokê de heta niha rolê ku girtine disekine. Ferhat da zanîn ku li gel van jî dahorînên feministan, zayendiya civakî, tarzê nêrîna hegemonyeya kaputalîst, pozîtîvîzim û di tevahiya hişmendiya pergala serdestiya mêr de dadihorîne. Ferhat destnîşan kir ku pêşiya çareserkirina van pirsgirêkan hemûyan tê vekirin. Ferhat diyar kir ku jineolojî li gel feminizimê dê ji bin pergala deshilat û sinurên wê derkevin. Ferhat da zanîn ku di heman demê de perspektîfên jina azad dê bibe bingeha avakirina pergala alternaltîf.


Site bi 4 zimanan xebatên jineolojiyê berfireh dike


Ferhat bal kişandli ser naveroka siteyê û destnîşan  kir ku dema site ava kirine ji jinên di girtîgehan de name girtine. Ferhat diyar kir ku di derbarê têgiha jineolojiyê de gelek agahiyên giring parve kirine û got: “Jineoloji.com bi naveroka xwe ya fireh bi dariştin, dosya û projeyên xwe bi kurdî, erebî, farisî û tirkî tê weşandin.” Ferhat da zanîn ku armanca siteyê ewe li Tirkiyeyê û herêmê di saziyan û navendên perwerdê de girêdayî jineolojiyê dîmenên vidio, jine-panel, lêkolîn û xebatên perwerdan de bên dayîn. Ferhat destnîşan kir ku ev site ji bo jin xwe bînin ziman û modelek ya helberîna hevbeş bê ava kirin û bikeve rewşa navendekê we di vê hişmendiyê de dixebitin.


(zt)