Kargeha Koçerîn ji aliyê jinan ve tê birêvebirin

16:06

 


JINHA


DÊRIK- Komîteya Aboriya Jinan a girêdayî rêxistina Yekîtiya star bi armanca pêşxistina aboriya Jinan, li bajar û herêmên kantona Cezîrê gelek projayên aborî lidar xistine. Yek ji van  projeyan kargeha Koçerîn a çêkirina Xaliyan (Mehfûr) a li bajarê Dêrikê yê kantona Cezîrê ye.


Rêjîma Baasê girtibû, jinan jî ji nû ve vekir


Kargeha xaliyan a bajarê Dêrikê ji aliyê rêjîma Baasê ve hatibû vekirin, lê di çarçoveya siyasetên ambargo û birçêkirinê ya li dijî gelê Kurd rêjîmê Baasê ev kargeh û gelek saziyên din jî girtin û di encama vê siyasetê de gelek welatiyên herêmên Kurdî neçar man ku koçî bajarên mezin ên Sûriyê bibin.


Piştî rizgarkirna herêmên Rojvayê Kuristanê gelek welatiyên koçber vegeriyan malên xwe û dest bi kar barên aborî kirin. Rêxistina Yekîtiya Star di çarçoveya pêşxistan aboriya jinan de roja 22 nîsana sala 2013’an kargeha Xaliyan a bajarê Dêrikê bi navê Kargeha Koçerîn careke din vekir.


Pêdiviyên herêmê pêk tîne amadekariyên dervefiroşiyê dike


Kargeha Koçerîn a xaliyan ji bo pêkanîna pêdiviyên bazarên kantona Cezîrê dixebite, kargeh di nîgarkirina xaliyan de çên (neqş)û xêzikên ji kevnetora Kurdî bikar tînin. Kargehê heta niha gelek cureyên xaliyan çêkirine û pêdiviyên bazarên Cezîrê pêk tine, her wiha xebatkarên kargehê niha amadekariyan dikin ku hilbirîna xwe bifroşin welatên derve.


Xebatkarên pispor kar û barên kargehê birêve dibin


Di kargehê de 13 jinên ji temenên cuda yên ku ji bajarên Sûriyê koçî herêmê bûne, dixebitin. Di kargehê de 4 maşînên çêkirina xaliyan hene, li ser her maşînekê du jin an sê jinên pispor dixebitin.


Tevî kêmbûna alavan jî kargeha Koçerîn xebatên xwe dewam dike


Madeya xav a sereke ku di çêkirina xaliyan tê bikar anîn tayê sipî ye, lê ji ber ambargoya li ser herêmê peydakirina tayê spî pir zehmet bûye, li gorî rayedarên kargehên tayê di ambarên kargehê de têra xebatên du mehan dikin. rayedaran dane zanîn ku hin alavên din jî yên mîna alavên birînê jî kevin bûne û pêwîste bêne nûkirin. Rêvebera kargehê Nesrîn Mihemed diyar kir ku ji bo peydakirina pêdiviyên çêkirina xaliyan pêwîste deriyên sînor ji bo bazirganiyê bêne vekirin. Mihemed da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku aboriya jinan pêş bixin da ku karibin derbara jiyana xwe bikin. Mihemed da zanîn ku xebatên wan dewam dikin lê ji ber kêmbûna madeyên xav hilbirîna wan her ku diçe kêm dibe.


(pk)