Nezahat: Em li Heskefê şaredariyekî gel dixwazin

16:49

 


Mizgîn Tabu- Derya Ceylan / JINHA


AMED – Di dîroka mirovahiyê de Heskef xwediyê cihekî giring yê bicîhbûna mirovane, bi bendava ilisu dê dibin avê de bimîne. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Eskifê Nezahat Toprak got: “AKP’e dixebite bi destê xwe Heskifê tune bike. Li hemberî vê em navendên werzîş û çandê vedikin. Xebatên jinan yên di nava bazarê de ku ji aliyê şaredariya AKP’ê ve hatibûn girtin, emê carekedinê vekin û projeyên me yên weke ji bo jinan malên piştevaniya jiyanê vekin.” Nezahat diyar kir ku dê bi hişmendiya şaredariyekî şefaf ya ku gel bikare bêjin “Rêveberiya me” armanc  bikin.


Li gorî ku Heskîf cihekî herî giring yê niştecîhbûna mirovane jî bi qasî van 30 salên dawiyê pir bal nekişandiye li ser xwe. Navçeya Heskifê ya Êlihê ji sala 1970’an û pêde bi bendava İlisu ketiye rojevê. Ji bo Heskîf dibin avê de nemîne di neteweyî û navneteweyî de bû rojev û pir hat ziman. Xebatên bi vî rengî di sala 2003’an de encam girtibe jî hebûna herêma sit ji bo pêjdeçuna navçeyê dibe asteng. Di salên dawiyê de li gorî lêkolînên ku hatine kirin li Tirkiye yê li gel dewlemendiyên xwe yên dîrokî jî bi dahata xwe ya herî kêm di nava 3 navçeyên herî dahata xwe kêm de cîh digire. Namzeta Hevşaredariya BDP’ê ya Heskifê Nezahat da zanîn ku dê bi hişmendiya şaredariyekî şefaf kar bikin.


‘AKP’e dixebite bi destê xwe Heskifê tune bike’


Nezahat ya ku ji sala 2006’an heta niha di nava Ciwanên BDP û Meya-Derê de cih girtiye bal kişand li ser dîroka Heskîfê. Nezahat destnîşan kir ku Heskif yek ji cihên dîrokî yên Mezopotamya ye û got: “Heskif xwediyê dîrokek 12 hezar sale û ciheke di şaristaniya cîhanê de serweriya malê kiriye.” Nezahat diyar kir ku hikumeta AKP’ê dixwaze bi polîtîkaya xwe ya tunekirinê li Heskîfê bendav bide çêkirin. Nezahat da zanîn ku Heskifa ku parçeyek ji erdnîgariya Kurdistanê ye AKP’e dixwaze bi destê xwe tune bike û got: “Heger Eskif li cihekîdinê yê Tirkiye yê banan dê xwedîlêderketinekî pir cuda lê hatibana kirin. Heskif di cîhanê de cihekî herî li ber çavan û turîstike. Ji ber wê jî gelê Heskifê  ji vê derê re dibêjin ‘Bajarê pişesaziyê yê bê bixêrî.’”


‘Di aliyê siyasî de hêzek ya jinan ya nehatî jiyan kirin heye’


Nezahat destnîşan kir ku pirsgirêkên jinên Heskifê dijîn pir ji yên giştî jinên herêmê dijîn ne cudane û got: “Li Heskifê jî jin ji aliyê mêran ve di asta duyemîn de cih digirin. Em qala jinên ku dernakevin bazarê, pêdiviyên xwe bi xwe nayînin cîh û li gorî daxwaza xwe kincan li xwe nakin dikin. Di aliyê siyasî de hêzek ya jinan ya ne di bin deshilatiya mêr de heye. Li piş deriyên girtî jî jin bêjin em li gel wene rewşekî ya şanaziyê ye, herwiha ji bo me xwedîlê derketineke bihêze.”


‘Li Heskifê cihên kar hatin tune kirin’


Nezahat diyar kir ku Ev 3 pêvajoye Şaredariya Heskif ê di destê AKP’ê dene ji derveyî hinek karên teknîkî ew jî neçar mane kirine weke dinê tuştek nekirine. Nezahat da zanîn ku li Heskîfê cihên kar tune kirine. Nezahat destnîşan kir ku di encama ketina parçeyek kevir de kesekê jiyana xwe ji dest de, ev kirin hincet û kelha li navçeyê girtin û got: “Beriya vê bûyerê ji bo parastina kelhê pir tişt hatin gotin û îmza hatin komkirin di vê mijarê de. Şaredariya AKP’ê çareserî di girtina kelhê de dît. Bersiva wan jî bi awayê ‘Em nirxên mirovahiyê, hestên himanizmê û mirina mirovan asteng dikin.’” Nezahat bal kişand li ser restorantên xwediyên sazumanya çaxa navîn yên li Entalya yê û Heskif ji derveyî herêma restorasyanê hiştinê. Nezahat diyar kir ku bi girtina kelhê re gelek esnaf bê kar man û çalakiya ku hat li dar xistn BDP’ê jî piştevanidayê.


‘Emê şaredariyek ku gel li deriyê wê bixe ava bikin’


Nezahat da zanîn ku dê bi jinan û ciwanan re bên bahev, li Heskifê projeyan ava bikin û got: “Em armanc dikin ji bo ciwanan navendên werzîş û çandê, salonên sînema û şanoyê ava bikin. Em dixwazin ew bazarên jinan yên bi destê AKP’ê hatine rakirin cardin derbazî jiyanê bikin. Her wiha ji bo jinan projeyên me yên weke malên pştevaniya jiyanê hene.” Nezahat destnîşan kir ku dê şaredariya Heskifê di heman demê de weke mala jinan bê dîtin. Nezahat diyar kir ku bi hişmendiya şaredariyek şefaf  ya ku gel bikarin bêjin “rêveberiya me” dê bixebitin. Nezahat da zanîn ku Şardariya Heskifê girêdayî şidata li ser jinan, bi madî û manewî ji bo çareseriya pirsgirêkên gel bixebitin û gel bi rehetî bikarin li derê wan bixin. Nezahat destnîşan kir ku gel bi rehetî nikarin bikevin şaredariya AKP’ê û derkevin û got: “Îro li derê şaredariya AKP’ê xistin weke xwe gihandina paşa zore. Lê emê bi gel re biryer bigirin. Teybetî jî jin û ciwan di vî aliyî de dixebitin.”


‘Rêya xweseriyê di rêveberiyên herêmî re derbas dibe’


Nezahat diyar kir ku rêya xweseriyê di rêveberiyên herêmî de derbas dibe  û bal kişand li ser duruşma “Bi Rêveberiya xweser ber bi Nasnameya Azad ve” û got: “Em taybetî bang li jin, ciwan û hemû gelên Heskifê dikin. Divê jin ne tenê rengê xwe bidin şaredariyê, her wiha rengê xwe bidin hemû bajêr û em dixwazin di bajarekî bi rengê jinê de bijîn. Bi vê bûneyê em dixwazin di serî de jin û hemû gel li me xwedî derkevin.”


(zt)