Li Musil 2 jinên Rojavayî hatin qetil kirin

17:17

 


Li Musil 2 jinên Rojavayî hatin qetil kirin


JINHA


HEWLÊR – Li bajarê Musilê 2 jinên ji Rojava yên bi navê Selwa Ferhan û Dinya Arif ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hatin qetil kirin.


Li gorî agahiyên ku hatin zanîn li bajarê Musilê yê Herêma Federala Kurdistanê 2 jinên ji Rojava yên bi navê Selwa Ferhan û Dinya Arif hatin qetl kirin. Çawa ku sedemê qetl kirina wan nehat zanîn, her wiha neha zanîn ku ji aliyê kê ve jî hatine qetl kirin. Hat zanîn temenê her 2 jinên ku hatin qetl kirin dinavbera 30-40 saliyê denin. Her wiha her 2 jin li Navçeya Xebat ya Hewlêrê dijiyan û ji bo gerê çubûn Musil. Girêdayî qetl kirina her 2 jinan hêj tu daxwiyaniyên fermî nehatine dayîn.


(zt)