Jinên Amedî: Guh bidin dengê berxwedêran
23:49
Bahar CIRASUN – Mizgin TABU / JINHA
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di 12'ê îlonê de ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'iyan dest pê kiribû di roja 54'an de berdewam dike. Li aliyeki bêdengiya hikûmetê berdewam dike, li aliyê din jî hewldana raya giştî zêde dibîn. Jinên ku li Amedê dijîn bal kişand ser grevên birçibûnê û da zanîn ku divê guh bidin dengê berxwedêran.
Sultan Aktepe, Şukran Kincak, Sultan Aktepe, Nuriye Uga, Sayîme Bektarim û Yildan Taltun li Amedê dijîn, der barê çalakiya birçibûnê ya bêdem û bêdorveger nêrînên xwe ji ajansa me JINHA’yê re parvekirin.
Yildan Taltun şêniyê Amedêyê û da zanîn ku grevên birçibûnê pirsgirêkeke civakî ye. Taltun, destnîşan kir ku ev mijareke wijdanî ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Divê demildest greven birçibûnê bi dawî bibin. Ji ber ku 54 rojin greve didome û tehrîbateke mezin li ser bedena berxwedêran çêdike. Dibe ku çend roj şûnde cenazê jî li girtîgehan derkevin. Li dijî mirinan divê kurd û tirk kesên ku xwedî bi wijdan guh bide dengê girtiyan. Divê her kesek deste xwe dayne bin kevir û berpirsiyartiya xwe bîne cih. Divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. Divê gel bihestiyar be, heke hestiyarî zêdetir be dê evqas dengê berxwedêran bê bihistin. Divê gel destê xwe dayne ser wijdana xwe.”
‘Ji bilî aştiyê tiştek din naxwazin’
Sayîme Bektarim di axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku li herême didomê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Divê ev şer raweste û aştî pêk bê. Zarokên me hem li leşkeriyê û hem jî li çiya jiyana xwe ji dest didin. Her wiha niha grevên birçibûnê heye û 54 roj in didome. Em ji bilî aştiyê tiştek din naxwazin. Zarokên vî welatî niha li girtîgehan di grevê de nin, emê çawa bi dilek rihet jiyana xwe ya rojane bidomînin. Êdî bes e, bila dayik negirin. Em tenê mafê xwe dixwazin. Tu feydeyê serokwezîr Tayyîp Erdogan negihiştiye gelê kurd. Her roj jin û zarokên kurdan tên kuştin. Em nikarin bi zimanê xwe xwe îfade bikin.”
‘Daxwazên girtiyan qebûl bikin!’
Nuriye Uga di axaftina xwe de daxwaza rojên xeştir kir û da zanîn ku divê êdî aştiyeke mayîn de pêk bê. Uga, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hêvî dikin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û riya çareseriyê bê avakirin, xwîna bi salan dirêjê raweste.”
‘Bila şer raweste’
Jina bi navê Şukran Kincak jî alîgirê aştiyê û naxwaze êdî dayik rondikan bibarîne. Kincak, bal kişand ser grevên birçibûnê û wiha got: “Bila êdî şer raweste, em şer naxwazin. Divê dewlet pirsgirêka kurd çareser bike. Em ji bilî çareseriyeke demokratîk tiştek naxwazin. Gelê kurd gelek tişt dît. “
‘Her tim alîgirê aştiyê ne’
Sultan Aktepe, daxuyand ku divê serokwezî Erdogan devjî ve israrbûna xwe ya li hemberî grevên birçibûnê berde û wiha pê de çû: “Di nav girtiyan de xizm û zarokên me jî hene û rewşa van her ku diçe xirab dibe. Erdogan dibêje li Tirkiyeyê grevên birçibûnê nîne, her kesek dizanê ku berxwedana girtiyan didome. Divê ji bo çareseriyê çi pêwist be divê ev bê kirin. Brêz Abdullah Ocalan alîgirê çareseriyê ye û li gorî vê gavan diavêjê lê serokwezîr Erdogan jî naxweze pirsgirêkê çareser bike. Bila êdî dayik negirin, xwîn raweste û aştiyeke mayinde pêk bê. Em her tim alîgirê aştiyê ne.
Wene: Bahar CIRASUN
Kamera: Mizgin TABU
(bc-mt/la)

