li hemberi qirkirinên jinan banga hestiyariyê
18:46
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Parêzerên Baroyên Riha û Amedê bertek nişanî qirkirinên jina û jinên li ser navên “kewneşopiyan” tên qetilkirin dan. Ji bo bidawî bûnên qirkirinên jinan parêzeran banga hestiyariyê.
Parêzerên baroya Riha û Amedê li ber derê Edliyê ya Rihayê bi kincên xwe yên parêzeriyê ve kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Koordinatora Navenda Baroya Amedê ya Jinan Halîme Şanli jî di daxuyaniyê de cih girt. Li ser navê parêzeran Seroka Qomisyona Baroya Mafê Jinan ya Rihayê Serpil Kiliç Yildirim daxuyanî xwend. Serpil bal kişand li ser qetil kirina Hacîre Gov ya li Wêranşarê di dawiya meha çile de hate qetilkirin. Serpil diyar kir ku zêdebûna qetilkirinên jinan êdî bûye yek ji pirsgirêka herî mezin.
‘Bi mirina jinan re mirovbûna me dimire’
Serpil da zanîn ku bi navê “kevneşopî û namusê” qetilkirinên jinan bandora malbatê pire û got: “Ev meclis, maclisa deshilatiya mêrane. Gelek caran endamên malbatê yên perwerde kirî jî aliyê civakê ve tên nasîn jî li hemberî van kuştinan derneketine û xwe dane paş. Kirina kuştinên piranî ji tundiya civakê û derdor tê. Em dibêjin bila jin nemirin, bi mirina jinan re mirovbûna me dimire.” Serpil li ser navê baroya Rihayê û Amedê bang li hemû parêzeran, saziyên civaki yên sivîl, sazî û dezgahên peywendîdar kir. Ji bo di bin navê kevneşopiyan de qetil kirina jinan, mijarên weke şideta li ser jinan ji bo ava kirina hişmendiyekê piştevaniya wan bikin.
(zt)
