Li hemberî mêtîngeriya kedkarên çandiniyê li MET-DER’ê bicivin

11:25

 


Sarya Gozuoglu-Derya Ceylan /JINHA


AMED – Komeleya Karkerên Çandiniyê yên Demsalê yên Mezopotamya (MET-DER) ji bo nîşandana mafê karkarên çandiniyê yên demsalê, armanc dikin ku karkeran li hev bicivînin. Komeleyê bang li kerkeran kir û got: “Heta ku karker serî li kameleya karkeran  nedin bila neçin ser kar. Ji ber em mafên wan diparêzin. Em na xwazin ku karker ji 8 seatan zêdetir bi xebitin. Emê sazumaniya saetên kar yên karkeran çê dikin û hewil didîn ku karker bi qasî ku dixebitin muçe bigirin. Her wiha pirsgirêka cihên ku lê dimînin. Karkerên ku bi qamyonan têne guhastin cihek yê jiyanê ji wan re bên amade kirin.”


Her sal bi rêkupêk di meha nîsanê de karkerên ku karê çandiniyê dikin, jin, zarok û mêr ji bo debara xwe bi herzaran karker diçin cihên çandiniyê di bin nalyonan de jiyana xwe berdewam dikin. Komeleya Karkerên Çandiniyê yên Demsalê yên Mezopotamya (MET-DER) ku navenda wê li Amedê ye ji bo parastina mafê karkeran armanc dikin ku karkeran li hev bicivînin. Endamê Şaxa MET-DER’ê yê Amedê yê bi peywendiyên gel re têkildar Mehmed Yildirim diyar kir ku keda karkerên çandiniyê tê matînger kirin û pirî caran muçeyê wan nadinê. Mehmed da zanîn ku berpirsên kar 14 saetan karkeran dixebitînin û  çawişên wan ji muçeyên wan yên rojane miktarekê digirin  û bi gotinên ‘Ev mafê mine’ bi vî awayî mêtîngeriyê li ser keda karkeran dikin.


‘Di sitargehên qelişî û xirabe de dijîn’


Mehmed destnîşan kir ku karker di cihên xirabe û qelişî yên ji konan û nalyonan hatîn çêkirin de dijîn. Her wiha Mehmed bal kişand li ser qezayên kar yên ku karkeran têde jiyana xwe ji dest didin. Mehmed diyar kir ku karker di demsala havînê de ji bo komkirina findiqan diçin Meletya, Duzce, Adapazari û Orduyê. Mehmed da zanîn ku ji cihên bilind li ser milên karkeran haletan girê didin  û wiha dixebitînin, her wiha şertên jiyana wan pir zore.  Mehmed bal kişand li ser rewşa bêkariyê û got: “Gel feqîre, ji ber wê jî dixwazin bi kar kirinê tiştekê bi des xwe ve bînin ji bo debara xwe. Neçar dibin ku di şertên herî zor de dixebitin. Serşo, daşra û midbexa wan nîne. Lê mirov neçar dibin ku di van şertên zor de dijîn.” Mehmed diyar kir ku karker di nava 40-45 rojan de xebitîne û got: “Karkeran pereyên xwe ne girtine û vegeriyane warên xwe. Carnan bi salan pereyên xwe nagirin. Karker naxwazin bi hevkariya çawişan bixebitin. Karker dixwazin di biniya MET-DER’ê de bixebitin.”


‘Karkerên zarok tên mêtînger kirin’


Hevseroka Şaxa MET-DER’ê ya Amedê Neslihan Karadeniz jî da zanîn ku karkerên demsalê yên zarok ji ber temenê xwe yê biçuk kêmtir muçe digirin, lê we bi qasî yên mezin dixebitin. Di bingeh de divê ji xwe zarok neyên xebitandin, lê ev zarok piranî temenên wan di navbera 11 û 17 saliyê denin. Neslîhan destnîşan kir ku li şuna biçin dibistanê dersan bixebitin, zarokên karker tên perçiqandin û keda wan tê mêtînger kirin. Neslîhan bal kişand li ser rewşa zarokên karker û got: “Zarokên karker av nînin ku pê serê xwe bişon û di tariyê de dimînin.” Neslîhan diyar kir ku karker ji bo komkirina pîvazan çune Enqerê li wê di nava heriyê de mar dibin lingê wan de derbas dibin, bi taybetî zarokên karker pir zoriyan dibînin û dema ku divegerin jî nexweş dikevin. Neslînan bal kişand li ser rewşa karkerên jin got: “Jinên ducanî jî dixebitin. Jin li aliyekê dinava çandiniyê de dixebitin û li aliyê dinê jî di sitargihên xwe yên xirabe de xwarinê amade dikin, kincan dişun û li zarokên xwe dinêrin.”


 


‘Heta ku karker serî li MET-DER’ê nedin divê neçin li ser karên xwe’


Neslîhan da zanîn ku heta karker serî li komeleya karkeran nedin bila neçin li ser karên xwe û got: “Ji ber em mafên wan diparêzin. Di nava rojê de 13 saetan dixebitin û 40 TL yan digirin. Em naxwazin karker ji 8 saetan zêdetir bixebitin.” Neslîhan weke MET-DER girêdayî rewşa karkeran got: “Emê bi xwediyên kar re bipeyîvin. Emê hewil bidin ku sazumaniya saetên kar yên karkeran çê bikin. Her wiha bi qasî ku dixebitin muçe bigirin. Çareser kirina pirsgirêkên cihên wan. Karkerên ku bi qamyonan têne guhastin û cihên ku dibinê ji wan re cihê jiyanê bên ava kirin.” Neslîhan destnîşan kir ku dê bi pirsgirêkên karkeran ve mijul bibin, hemû pirsgirêkên wan çareser bikin û wan bikin xwedî sîgorta. Neslîhan diyar kir ku dê ji bo zarokan kreş û ji bo deyîk û bavên wan jî bi erhetî bikarin bixebitin konteyneran çêbikin û şertên jinayan wan xweş bikin.


‘Em ji gelê xwe endambûnê zêdetir tuştekê naxwazin’


Hevserokê Şaxa MET-DER’ê yê Amedê Omer Baran jî bal kişand li ser qezayên ku karkeran di sala 2013’an de jiyan kirine û got: “Piraniya van bûyeran li Kurdistanê û derveyî kurdistanê hatin jiyîn. Di qezayek ya 30’ê nîsanê li Semsurê pêk hat de 11 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di encama li hev zivirîna qamyona ku karker dibirin Navçeya Pamukova ya Denizliyê de 7 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Di 29’ê nîsanê de otobusa ku ji kaş ket 10 jin têde mirin. Li Bismilê di rojekê de du car qeza bû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndarbûn. “ Omer bi navê MET-DER’a Amed, Mêrdîn, Riha, Wêranşar, Êlih û Şirnex bang li hemû karkeran kir û got: “Em ji gelê xwe endambûnê zêdetir tuştekê naxwazin. Di bin şemsiya komeleya karkeran de bicivin.”


(zt)