Asya Abdulah: Em qala demokrasiyekî ku rengê jinan têde neyî nakin
16:20
Zehra Dogan/JINHA
ENQERE – Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah diyar kir ku li Rojava Rêveberiya xweser a Demokratîk ku hatî avakirin bi pêşengiya jinan berdewan dike û got: “Jin di rêveberiya Kantonan ya ku li Rojava hatî damezrandin de cîh digirin. Di heman demê de ev jinane bi nasnameyên kurd, ermenî, suryanî, çeçen û ereb li hemberî bişaftinên çandê li gorî zagonên ku hatine diyar kirin rolê pêşengiyê digirin. Her wiha li Rojava ji bo azad jiyan kirina baweriyên misilman, xiristiyan, êzidi û weke dinê zagon hatine li darxistin û ji bo asteng kirina bişaftinê xebat tên kirin.”
Li gel şerê ku ev 3 salin li Suriye yê didome jî Kurdên li Rojava dibin pêşengiya jinan de ji bo xweseriya demokratîk ya Rojava tekoşînê dikin. Li Rojava di encama şoreşa jinan de di heftiya derbasbûyî de kurdan Rêveberiya Meclisa Zagoni ya Xweseriya Demokratîk a Rojava ava kirin. Hevpeymana civakî ya Rojava hat pejirandin. Hevpeymana Rojava ya ku di rojhilata navîn de bûye nexşerêya derketina ji netewperestî, zayendî, olperestî û dewleta netew e. Hevpeymana civaki ya Rojava dema ku kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê ava kirin di heman demê de bi rêveberên kurd, ereb, çeçen û xiristiyan re bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojava re gav avêtin. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) modela jiyanê ya ku ava kirî ne tenê ji bo gelê kurd her wiha ji bo gelên ereb, çeçen, ermenî û suryanî jî ji bo di weletek demokratîk û jiyana xwe bi azadî bidomînin zagon hatiye amade kirin. Bi damezrandina zagonan re di kantonan de rêveberên meclisên herêman pêşeroja hemû gelan li ber çavan girtine û ji bo teşeyeke nû bidin jiyanê dest bi xebatê kirin. Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah da zanîn ku ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hemû gel ev 6 mehin di nava hewildanan de nin û got: “Li Rojava bi damezrandina 3 kantonan rêveberiya me bi gelên kurd, ereb, ermenî, çeçen û surya bi hevre ava kirin. Rêveberiya kantonan bi diyar kirina rolê jinan yê di pêşengiya şoreşê de û piştî şoreşê jî astengiyên li pêşiya rolê jinan yên pêşengiyê hatin rakirin. Her wiha em nikarin qala demokrasiyekî bê jin bikin.”
‘Di rêveberiya Rojava de gelên kurd, ereb, ermenî, çeçen û suryanî cîh digirin’
Asya destnîşan kir ku gelên kurd, ereb, ermenî, çeçen û suryani yên li Rojava dijîn bi hev re Xweseriya Demokratîk ya Meclisa Zagoni ava kirin. Asya diyar kir ku ji bo kesên xwediyê nasnameyên netewî, ziman û baweriyên cuda di rêveberiyê de cîh bigirin û bi hev re Xweseriya Demokratîk ava bikin 6 mehan berê di nava xebateke mezin de bûn û got: “Dema ku me kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê ava kirin koalisyonek hat ava kirin. Bitaybetî jî di kantona Cizîrê de bi rêveberên kurd, ereb, suryanî û ermenî re hişmendiyek ya siyasi ya nû bingeh hat girtin. Di kantona Cizîrê de 10 partiyên siyasî bi hişmendiya xwe ya azad zemînek nû vekirin.” Asya da anîn ku bi damezrandina kantonan re ruhê gelê şareşger di meydanan de hêj zêdetir germ kir. Asiya destnîşan kir ku malbatên şehîdan bi wêneyê zarokên xwe yên şehîd ve beşdar dibûn, dihat dîtin ku her malbat xwediyê şehîdanin. Asiya diyar kir ku gel ji bo şoreşa Rojava bedelên mezin dane. Asiya da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku li Rojava hatî ava kirin berhemê keda gele û got: “Gel di aliyê manewî de bi moral dayîna hev û keda xwe şoreş kirin.” Asiya destnîşan kir ku li gorî ku ev bi salane li Suriye şereka bi xwîn tê birêvebirin jî gelê Rojava sekneke berxwedanê nîşan dan û li tekoşîna xwe xwedî derketin. Ji ber vê jî li ser navê xwîna ku ji bo şoreşê hatî rijandin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojava weke mîrasê wane.
‘Jin weke di tekoşînê de di rêveberiyan de jî rolê pêşengiyê girtin’
Asiya diyar kir ku rêveberiya Rojava bi armanca hemû ziman, netew û zayedên cuda bikarin azad bijîn dixebitin û got: “Piştî damezrandina kantonan weke rolê jinan yê di dîrokê de carekî dinê jinan bavêjin paş me destur ne dan. Hewildanên me di aliyê jin rolê pêşengiyê bigirin de çêbûn. Jiber şoreşa Rojava şoreşa jinane. Ji ber wê jî qazancên ku jinan bi şoreşê girtine, me destur neda mêr li gorî hişmendiya xwe birêve bibin. Me di her sazî û dezgahên xwe de pergala hevserokatiyê ava kir. Em qala demokrasiya ku jin dinav de neyî nakin. Weke rolê jinan yê pêşengiyê gelê Rojava tenê ji kurdan pêknayên. Me bawerî û nasnameyên cuda jî li ber çavan girtin. Di vê wateyê de di kantona Cizîrê de jinên kurd, ereb, çeçen û suryanî hatin rêveberiyê û kantona Cizîrê bi rêve dibin. Jinên ku şoreş kirin li Xweseriya Demokratîk ya Rojava jî xwedî derketin. Niha jin bi vîna xwe Rojava bi rêve dibin. Rojane jin bi pirsgirêkên civakî re mijul dibin û bi vî awayî jin rengê xwe didin jiyanê. Ji perhala mêran ya ku heta niha tê birêvebirin herî zêde jinan ziyan dîtine. Ji ber vê jî şoreşa ku li Rojava jinan bi ser xistîn nedan destê mêran. Di dîrokê de cara yekê jinan piştî şoreşê rolê pêşengiyê girtin. Şoreşa Rojava ne tenê mînaka jiyana azade her wiha li gel şoreşa jinê bi pergala pêşengiya rêveberiya jinan di cîhanê de bû mînak. Jinan weke di tevahiya tekoşînê de di dema biriyargirtinan de jî rolê pêşengiyê girtin.” Asiya da zanîn ku divê binesaziya jinan ya bihêz neyê paşçav kirin û ji bo Xweseriya Demokratîk ya Rojava cîh girtina jinan şerte. Asiya destnîşan kir ku jinan di cihên weke wezirên aborî, çandê û gelek cihên dinê de cîh girtine.
‘Gelê Surye jî alîkariya Rojava dike’
Asiya diyar kir ku di tevahiya Rojhilata navîn û Suriye de pêvajoyek nû despêkirinye. Asiya da zanîn ku rêveberiya Rojava di hema demê de azadiya gelê Suriye jî bingeh digire. Asiya destnîşan kir ku şoreşa Rojava ji aliyê gelê Suriye ve jî tê mereqkirin û got: “Ji ber gel di ferqa wêdenin ku şoreşa ku li Rojava despêkirî di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên Suriye ye jî ji ber wê jî piştevaniya şoreşê dikin. Di vê hişmendiyê de me zagon ji bo hemû gelên li Suriyê dijîn amade kiriye. Zagonên me di çarçoveya ekolojî û aborî de civakê li ser lingan bihêlin dê bên sererest kirin. Ji ber modela ku em ava dikin heta niha li tu cihên dinê çênebûye ji ber ku mînakên wê nînin di vana liyan de jî zorî hene. Lê gelê ku xwediyê kevneşopiyek ya berxwedanê dê vê pêvajoya zor jî bi me bidin derbas kirin.”
‘Weke gelê Rojava em li hemberî polîtîqaya qeputalîzmêne’
Asiya diyar kir ku wan armanc kirine bi zagonên xwe yên li hemberî qeputalîzmê hemû gelên Suriye zagonên wan bipejirînin û got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojava li hemberî pergala qeputalîst ya ku li tevahiya dunyayê serwere jiyaneke nû ava bikin.” Asiya da zanîn ku çavkaniyên li Suriye têra gel hene, lê ew çavkaniyên xam ji aliyê emperyalîzmê ve tên derxistin û paşê jî bi muçeyekî giran didin gel, ew dê li ser van rewşan bisekinin û got: “Em hewil didin ku li gel hemû gelên Suriyê bibin yek û li hemberî qeputalîzmê hişmendiyek siyasi ya nû ava bikin. Ji bo jiyana azad û demokratîk kurd tenê xwe nabînin. Di wê jiyanê de di heman demê de ereb, çeçen, suryanî û ermenî jî hene. Ji ber van sedeman pêvajoya li pêşiya me pir giringe û divê jin di hemû navendan de rolên pêşengiyê bigirin li ser milê xwe. Heger em ji bo pergala qeputalîzmê ya ku jinan tune dihesibîne nebêjin na, em nikarin qala jiyanekî demokratîk jî bikin. Ji bo azadiya gelên Suriye yê divê civak demokratîk bibe.” Asiya destnîşan kir ku gelê Suriye demokrasya li Rojava hatî ava kirin ji nêz ve dişopînin û dipejirînin.
‘Welatên ku ji xwere dibêjin demokrat bila piştevaniya şoreşa Rojava bikin’
Asiya diyar kir ku yek ji pirsgirêka herî giring li Suriyê pirsgirêka kurdane. Asiya da zanîn ku berî ku kurd li Rojava xweserî sazbikin, gelê Suriye qala azadiyê kirin bê wate didîtin. Asiya destnîşan kir ku di cîhanê de welatên ku xwe demoktar dihesibînin, divê rêveberiya xweser û demokratîk ya Rojava bibînin û got: “Di vê wateyê de divê hemû welatên ku ji xwere demokrat dibêjin, pirsgirêka kurd bibînin. Ji ber gelê Rojava bi sazumaniya xwe tenê gelê kurd na pejirînin. Li gel Rojava em kurd ji bo pêşeroja hemû gelên li Suriyê dijîn dixebitin. Ji ber vê jî em weke gelên li Suriye dinava gumanê pêşerojê denin. Duniya nikare me ji nedîtî ve bibinin. Em Kurd li Surye vînekin û ji bo wê tekoşîn dikîn. Yên ku Rojava nasnakin di hema demê de pirsgirêkên Suriyê jî nas nakin. Di bin astengên ku emperyalîzim ji bo Rojava çê dikin de, ji ber em demokrasiyê diparêzin. Lê em ji vê sekna xwe tucarî nayên xwarê. Li hemû dunyayê kantonên me hatin îlan kirin, bi vê bûneyê makezagonên me jî hatin zanîn. Di vê wateyê de hemû cîhanê israra kurdan ya li gel demokrasiyê dîtin. Li gel hemû mudaxeleyan jî hemû gelên cîhanê yên ku ji xwere dibêjin demokrat divê piştevaniya Rojava bikin. Sazumaniya gelan ya demokratîk ya Rojava ji bo bikare bê jiyîn piştevaniya wê bê kirin.”
(zt)

